Werzîşvan Marzieh Hamîdî ji bo jinên Efganistanê piştevanî xwest

Tekvandovana Efganistanê Marzieh Hamidî bi dîmenê ku li ser medayaya dijîtal parvekir bang li her kesê kir ku li dijî polîtîkayên dijî jinan yê Talîbanê dengê xwe derbixin.

Navenda Nûçeyan- Tekvandovana Efganistanê Marzieh Hamîdî li dijî cûdakariya zayendî ya li Efganistanê, li ser medyaya dijîtal kampanya hashtag ya bi navê #LetUsExist destpê kir. Marzieh Hamîdî bi kampanyayê bang kir ku bi taybet qedexeyên ‘Wezareta belavkirina erdemê û pêşîlêgirtina bê exlaqiyê’ ya li dijî jinan şermezar bikin û piştevaniyê bidin jinên Efgan. 

Tekvandovan Marzieh Hamîdî piştî ku Talîbanê rêveberiya Efganistanê xist destê xwe koçî Fransa kir, di dîmenê ku li ser medyaya dijîtal parvekirî de xwest ku li beramberî polîtîkayên dijî jinan yên Talîban dengê xwe derbixin.

Li aliyê din jinên Efganistanê bi etîketa #AWomansVoiceIsNotAwrat zagonên Talîbanê protesto dikin û hewl didin dengê xwe bidin bihîstin.