Êrîşên li dijî Xezayê didomin: 8 kes mirin

Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî bajarê Xeza û kampa penaberan a Şatî de, herî kêm 8 Filistînî mirin, 15 kes jî birîndar bûn. Tevî agirbestê jî li herêmê bûyerên tundiyê didomin.

Navenda Nûêeyan – Tîmên parastina sivîl li Zîvala Xezayê ragihandin ku di encama êrîşa hewayî ya Îsraîlê ku vê sibehê pêkanîn de herî kêm 8 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên rayedaran 7 kes, di encama hedefgirtina avahiyên li bajarê Xezayê de mirine. Kesek jî li kampa penaberan a Şatî ya li rojavayê Xezayê mir. Hate diyarkirin ku birîndar rakirine Nexweşxaneya Şîfa ya herêmê û niha tên dermankirin.

Êrîş tevî agirbesta ku di Cotmeha 2025’an de hatibû ragihandin pêk hat. Her çend tê ragihandin ku li Xezayê hema hema her roj tundî diqewime jî, rayedarên Filistînî diyar dikin ku Îsraîl peymana agirbestê binpê dike. Lê belê, Îsraîl îdîa dike ku komên çekdar çalakiyên xwe didomînin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ji dema ku agirbest hatiye ragihandin û vir ve di êrîşên Îsraîlê de zêdetirî 936 Filistînî mirine.

Hejmara kesên ku hatine kuştin ji 72 hezarî derbas bûye

Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ve hatine weşandin, hejmara kesên ku ji destpêka şer heta niha hatine kuştin, gihîştiye 72 hezar û 939 kesan, hejmara birîndaran jî gihîştiye 172 hezar û 927 kesan.

Di raporên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî de hate diyarkirin ku Xeza bûye yek ji herêmên cîhanê ku di nava zarokan de rêjeya ampûtasyonê herî zêde ye.  Her wiha hate îfadekirin ku bi hezaran kes hîn jî di bin kavilan de asê mane, êrîşên berdewam rê li ber gihandina alîkariya mirovî digrin û zextê li ser pergala tenduristiyê zêde dikin.

Bangên navneteweyî zêde dibin

Êrîşên dawî wekî xeleka herî dawî ya zincîra pevçûn û aloziyên ku bi mehan e li herêmê didome, tê nirxandin. Nebûna pêşveçûnek berbiçav di mijara agirbestek mayînde û çareseriyek siyasî de, fikarên ku dê rewşa mirovî hîn xirabtir bibe zêde dike.

Civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ji bo parastina sivîlan û bidawîanîna şer, careke din banga vegera danûstandinan li aliyan kir.