Werîşe Muradî ji bo havala xwe ya dusalî name nivîsand
Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ya cezayê darvekirinê girtiye di nameya ku ji bo havala xwe ya li qawîşê Tesnîm re nivîsand de got: “Mayîna bi zarokek ku beriya ku çavên xwe veke dîwarên hucreyê dîbîne mayîna li heman qawîşê gelek zor e.”
Navenda Nûçeyan – Kampanyaya Azadiya ji bo Werîşe Muradî îro nameya ku Werîşe Muradî li girtîgeha Evînê ya tê girtin nivîsand weşand. Hat diyarkirin ku name di meha Sibatê de hatiye nivîsandin lê belê ji ber ku bi mehan li Îranê înternetê birandiye piştî mehan hat weşandin.
Werîşe Muradî ji bo zaroka bi navê Tesnîm a zaroka girtiya bi navê Nesîme Îslamzehî ya jinek Belûc e û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, li girtîgehê hatiye dinyayê, bi dayîka xwe li girtîgeha Evînê tê girtin nivîsand.
Werîşe Muradî wiha gotiye:
“Zor e, mayîna li ba zarokek ku
beriya çavên xwe veke
dîwarê dîbîne
Girtî bû
Hesin bû
Hucre bû
Hê navika wê nehatibû birîn, dengê girtina derî nas kir
Zaroka ku bûye dusalî
Li cihê mûman vemirîne gardiyanan dihêjmêre
Zor e bi halê xwe yê herî biçûk û bêguneh
Divê pirsê de were veşartin:
“Tê biçî hevdîtinê?”
Weke ku hemû dinya
Çend kêliyên pişt wê camê be
Zor e, dema ku dîmenê bavê wê di televîzyonê de derdikeve
Bi çavên grover ku mirinê nizane tenê
Bêje ‘mam’
û dinya wê kêliyê peyvekê
Heta dawiyê sêwî bihêle
Zor e, gelek zor e dema yek tê berdan
Bi kêfxweşiyek ku hê tama êşê nizane,
Bibêje “ka em jê re strana azadiyê bibêjin”
Û nizane ku azadî
Ji bo hinekan ne derî vedike ne jî esîman xuya dikin
Zor e cilên wê teng bibe
Bejna wê bilind bibe
Mezin bibe
Û wêneyên mezinbûna Tesnîm tunebin
Zor e zarokbûn
Dest navêje lîstokan
Bêyî ax bigihîje pêlava wê
Bêyî di nava kenên zarokan de nebeze
Nekeve û dîsa ranebe
Zor e zarokek beriya dinyayê nas bike
Bêedaletiyê fêr bibe
Dengê destpêkê yê naskirî
Êrîşa be
Û ya herî zor jî ev pirse
Ya weke hesinek di sing de disekine:
Dê kîjan wijdan bersiv bide
Zarokatiya ku hatiye dizîn.”
Bi destpêkirina şerê li Îranê re, di demek ku fikarên der barê rewşa girtiyên siyasî de zêde bûne hat weşandin. Girtiya siyasî ya ku zêdeyî 50 rojan e cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û der barê girtiyên din de tu agahî tune ye.
Li Îranê zêdebûna darvekirinan bi şer re zêdetir û lezgîntir bûye, bi taybetî der barê rewşa girtiyên siyasî ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn de rê li ber fikarên cidî vedike.