'Werin em di 28'ê Gulanê de hêza jinê nîşan bidin'

Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çep a Kesk der barê tûra duyemîn a hilbijartinê de daxuyaniyek dan û diyar kirin ku jin dê di 28’ê Gulanê de hêza xwe nîşan bidin û rejîma yek mêrî bişînin.

Navenda Nûçeyan - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk hilbijartinên 14'ê Gulanê nirxandin û helwesta xwe ya derbarê hilbijartinên Serokkomariyê yên ku derbasî tûra duyemîn bûne, eşkere kirin. Jinan diyar kirin ku hîn jî bi biryar in ku rejîma yek mêrî bişînin û wiha gotin: "wê jin biguherin" dan.

‘Werin em hêza jinana nîşan bidin’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Me qonaxa yekem a hilbijartina 14’ê Gulanê li pey xwe hişt. Weke Partiya Çep a Kes em  di Hilbijartinên parlamenteriyê de bi nûnertiya jinan a xurt ketin meclisê. Li gorî daneyên ne fermî; Digel ku me encamên ku dixwestin bi dest nexist jî, ji 61'ên parlamenteran 29 jê jin bûn yekane partiya ku di meclîsê de ji sedî 50 temsîliyeta wekhev bi dest xist ya me bû. Di hilbijartinên ku bi îdîaya 'Em ê bi jinan re biguherînin' ketin nava tevgerê, em careke din bi hevgirtina jinan a li hemberî tifaqa serdest a mêr bi ser ketin.

Lê karekî me yê ku nîvco maye heye! Tifaqeke dijminantiya jinan dike û bi vê dijminantiyê pêşve dikeve heye û bi polîtîkayên ku dixwaze di bin navê xwedîderketinê de jinan hepsî malê bike dixwaze welat rêve bibe.

Banga me ji bo jina ye; ji bo jiyeneke nû werin em bi hev re di 28'ê Gulanê de rejîma yek mêrî hilweşînin û ji guhertinê re bibin çira! Ji bo ku em careke din hêza jinan nîşanî dijiminên wan bidin."