Li Amedê çalakiya ji bo windayan di hefteya 745’an de ye

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan, di çalakiya hefteya 745’emîn de li aqûbeta Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîthan Yolur ên ku li navçeya Pasûrê hatin windakirin, pirsîn.

Amed- Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 745’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li ber Peykerê Mafê Jiyanê yê li Parka Koşuyoluyê li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta wêneyên windayan û yên hatine qetilkirin, hat vekirin. Hevseroka Giştî ya Egîtîm Senê Necla Kurul û Odeya Bijîjkan a Şaxa Amedê tevli daxuyaniyê bûn. Vê hefteyê li aqûbeta Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîthan Yolur ên ku di 18’ê Gulana 1994’an de li çoltera Çarlarbaşi ya gundê Turalli yê Pasûra Amedê hatin binçavkirin û carek din agahî ji wan nehat girtin, hat pirsîn.

‘Em êdî naxwazin tu kes winda bibe’

Di çalakiyê de destpêkê Necla Kurul axivî û got: “Divê pêşî peyamên me ji bo pêşerojê û îro bin. Em êdî naxwazin windayek çêbibe û bila ev yek bi dawî bibe. Dema em vegerin demên paş binêrin Dayikên Şemiyê xwestin der barê zarokên xwe de agahî bigrin û aqûbeta wan pirsîn. Ji ber polîtîkayên bêcezabûnê yên dewletê ew neheqî hê di bîra me de zindî ye. Lê ji bo dîsa ew rojan neyên jiyan em bi biryarin ku xebatên xwe bimeşînin.”

‘Mal û gov dan ber agir’

Piştre Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê  Yakup Guven, çîroka Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîthan Yolur ên hatin windakirin, xwend.

“Di 18'ê Gulana 1994'an de li çoltera Çaylarbaşi ya gundê Turalliyê bi leşker, cerdevan, tank û panzeran serdegirtin pêk hatiye û di serdegirtina ku danê sibehê saet derdora 08:30’an de pêk hatiye, piştî ku hemû welatiyên gund li qada dibistanê kom kirine û bêyî ku sewalên ji xanî û govan derbixin şewitandine. Piştre jî Seyîthan Yolur, Servet Îpek, Îkram Îpek, Abdûlkerîm Yolur, Saît Yolur û Mehmet Nûrî Yolur jî di nav de 6 kes li heman wesayîdê siwar kirin û birin navçeya Licê. Abdulkerîm, Saît û Mehmet Nûrî Yolur ên hatin binçavkirin, anîn ziman ku wan birine qereqolê şeva xwe di binçavan de derbas kirine û serê sibê serbest hatine berdan. Dema 3 kesên din ji leşkeran pirsîn, gotin ku danê êvarê ew birine yekîneya leşkerî ya li dibistana şevînî ya herêmê. Piştî ku me ev agahî girtin bi kesên ku hatin berdan re hevdîtin kir û piştre roja din ji bo aqûbeta Seyîthan, Servet û Îkram hîn bibin çûn serî li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Licê dan. Lê bi devkî ji me re gotin ku me operasyoneke wiha pêk neaniye û me tu kes binçav nekiriye. Leşkerên Tûgaya Boluyê operasyon kirine. Me ji hemû serlêdanên xwe tu encam negirt. Di serî de Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan jî me gelek hewl da lê tu encam bi dest nexist. Ji wê rojê şûnde me ji Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîthan Yolur tu agahî negirt.”

 

Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.