Weqfa Zimanê Kurdî perwerdeya ziman dide

Beşdarên jin ên perwerda Weqfa Zimanê Kurdî ya li Reqayê, destnîşan kirin ku ziman ji bo nifşên pêşerojê gelek girîng e û banga tevlîbûnê li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.

NUR EL-EHMED

Reqa – Rêxistina Perwerdehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de, yekem Saziya Zimanê Kurdî li herêmê vekir. Enstîtuyê mehek piştî vekirina xwe dest bi perwerdehiya xwe ya yekem kir. Enstîtuya Zimanê Kurdî ji destpêkê heta asta pêşketî sê astên perwerdehiyê di axaftin û nivîsandina Kurdî de pêşkêş dike. Di dewreya ku bi tevahî nêzîkî 45 beşdar hene de, bernameyên perwerdeyê ji bo beşdarên mêr û jin tên organîzekirin, ku hem ji bo jinên malê û hem jî ji bo jinên karker e.

Çandên bi hev ve girêdayî

Evîn Elî ku rêvebera Weqfa Zimanê Kurdî ye, derbarê armanca saziyê de axivî. Evîn diyar kir ku ne tenê ji bo xelkên ku bi Kurdî diaxivin, ji bo hemû beşên herêmê rê vekin da ku Kurdî fêr bibin û pisporî û jêhatîbûna çandî û perwerdeyî ji wan re peyda bikin hewl didin. Evîn destnîşan kir ku ev ji bo jinên ku bi axaftina herî kêm zimanek asta xwe ya çandî û perwerdeyî baştir bikin, civakê ber bi serfiraziyê ve bibin, rastiya civakê baştir bikin û têgeha jiyana bi hev re belav bikin, gaveke erênî û girîng e.  

Ji bo jinan du rûniştinên cuda

Evîn da zanîn ku şert û mercên jinên ku li derveyî malê dixebitin, li ber çav hatiye girtin û Weqfa Zimanê Kurdî perwerdeyên xwe li gor wê, bi awayê du rûniştinan lidar xistiye. Evîn ev agahî dan: “Tenê cudahiyek hebû ew jî dem bû. Rûniştinên sibehê ji bo jinên malê bûn û rûniştinên êvarê jî ji bo jinên ku li derveyî malê dixebitin û dixwînin bûn."

‘Li gor pûanan sertîfîka distînin’

Evîn Elî mekanîzmaya perwerdeyê li gorî astên stajyeran şîrove kir û wiha got: “Asta yekem, bi hînkirina tîp û bingehên ziman ji bo stajyeran, bingeha fêrbûna ziman amade dike. Rêgezên rêziman û rastnivîsê di asta duyemîn de tên ravekirin. Di heman demê de jêhatiyên danûstandina profesyonel di asta sêyemîn de têne hînkirin. Perwerde bi nirxandineke devkî û nivîskî ya asta xwendekar bi dawî dibe û stajyer li gorî puanên xwe yên azmûnê sertîfîkayek distîne.”

‘Hêmana Ereb hewl dide ku Kurdî fêr bibe’

Evîn destnîşan kir ku hejmara beşdaran zêde dibe û xala balkêş a di perwerdeyê de, mozaîka beşdaran e ku ji Ereb, Kurd û Ermeniyan pêk tê. Evîn got ku ev asta jiyana hevbeş a li herêmê nîşan dide. Evîn anî ziman ku hêmana Ereb hewl dide ku Kurdî fêr bibe û wiha got: “Dixwaze kûrtir fam bike. Em dixebitin ku dewreyên perwerdeyê li deverên gundewarî vekin da ku kesên ku dixwazin qeyd bibin ji barê veguhestinê sivik bikin.”

‘Ev di xwendina min a zanîngehê de wê bibe alîkar’

Zeyneb Muslim a 22 salî ku xwendekara sala yekem a fakulteya hiqûqê ye, derbarê dewreyên perwerdê de kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Ez dikarim bi çend zimanan biaxivim, di nav wan de Îngilîzî û Fransî jî hene. Ji ber ku Kurdî zimanê min ê dayîkê ye, fikirîm jêhatiyên xwe yên xwendin û nivîsandina Kurdî bipêş bixim û xurt bikim û asta perwerdehiya xwe bilind bikim. Ev dê di xwendina min a zanîngehê de ji min re bibe alîkar. Ji ber ku ew li zanîngehan jî tê hînkirin. Tiştê ku di derbarê perwerdeyê de herî balkêş e û mirovan teşwîq dike ku beşdar bibin, hejmara mezin a beşdarên Ereb e. Beşdarên li holên perwerdeyê, hem mêr û hem jî jin. Ev ji ber wê yekê ye ku raman, ezmûn û çand têne parvekirin û ev yek dibe alîkar ku civakek agahdar û xwendewar ava bibe ku bi nasnameya xwe ve girêdayî ye.”

‘Di seranserê dîrokê de, nasnameya Kurd hatiye marjînalîzekirin’

Zeyneb diyar kir ku vekirina saziya hînkirina zimanê Kurdî li Reqayê wekî destkeftiyek mezin û serkeftinek mezin a piştî dehsalan ji dûrxistina gelê Kurd e û bal kişand ser tiştên ku gelê Kurd pê re rû bi rû maye. Zeyneb wiha got:

“Ez serbilind im ku li vir im û zimanê xwe yê dayîkê hîn dibim. Ji ber ku ew nasnameyek e ku çanda me temsîl dike, divê em wê biparêzin. Di seranserê dîrokê de, nasnameya Kurd hatiye marjînalîzekirin, azadiya wê hatiye sînordarkirin. Ji ber cudakarî û nijadperestiya dewletên serdest û neteweperest, nasname û çanda wê hat dizîn û ji axaftina bi zimanê xwe yê dayîkê jî bêpar ma.

Heta li meydanên giştî û dibistanan jî. Bi dizî axaftina bi zimanê xwe yê dayîkê dikir, ji ber ku axaftina bi zimanê xwe yê dayîkê wek sûcek dihat hesibandin ku bi lêdan an heqaretê dihat cezakirin. Piştî dehsalan têkoşîn û qurbanîdana bi hezaran şehîdan, hem mêr û hem jî jin, ji bo mafan, ji bo vejandina zimanê Kurdî û naskirina nasnameya Kurdî, axaftina bi zimanê Kurdî ji bo gelê Kurd bûye mafek rewa û bingehîn.”

Xurtkirina dilsoziya di navbera gelên herêmê de

Rebab Muftî ku jineke Ereb a 50 salî ya ji gundewarê Dêra Zorê ye jî beşdarî dewreya perwerdeyê dibe. Ew jî sedema tevlîbûna xwe wiha rave dike: “Min dixwest zimanekî nû hîn bibim û gava min derfeta fêrbûna Kurdî dît, ez yekser tevlî vê dewreyê bûm. Ji ber ku Kurd gelekî kevnar û bira ne û bi hezaran salan bi hev re dijîn, divê em zimanê wan hîn bibin da ku têkiliyên civakî û ragihandinê xurt bikin.”

‘Zimanê Kurdî ji bo min zimanek nû ye’

Ji bo tiştekî nû û cuda fêr bibe, hatiye perwerdê Rebab diyar kir ku şert û mercên civakî yên ku ew tê de bû rê li ber temamkirina xwendina xwe girtine û ji ber vê yekê vê derfeta bikar aniye. Rebab da zanîn ku ji bo tiştekî nû û cuda fêr bibe, hatiye perwerdê û wiha behsa zehmetiyên zimanî kir: “Zimanê Kurdî ji bo min zimanekî nû ye. Ji ber ku ez tenê bi Erebî diaxivim, min di bilêvkirina peyvan de zehmetî kişand û ew li ser zimanê min giran bû, lê min hêdî hêdî dest bi derbaskirina vê yekê kir.”

‘Perwerde û çand di zanakirina zarokan de girîng e’

Her çend xelkê herêmê bawer dikir ku jinek di pêncî saliya xwe de nikare tiştekî fêr bibe jî, wê bi biryardariya xwe ev qaîde şikand û got: "Jin, bêyî ku temenê wê çi be, dikare fêr bibe û xwe baştir bike. Zanîn û perwerde bi temenekî diyarkirî ve sînordar nîne. Ji ber ku jin yên ku nifşan mezin dikin e. Ji ber vê yekê, perwerde û çand di dayîna zanînê ji zarokan re de girîng in."

Piştî ku Rebab hemû astan derbas kir û sertîfîkaya xwe wergirt, armanc dike ku zimanê Kurdî fêr zarokan bike.