Bi meşê re keşfa xwenasînê

Bi riya meşên xwezayî, jin hem tenduristiya xwe ya fizîkî hem jî ya derûnî diparêzin. Di heman demê de vê yekê wekî derfetek ji bo danûstandina ramanan û xurtkirina têkiliyên xwe yên civakî dibînin.

DÊRÎN RAHÎMê– HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Koma meşa jinan a Silêmaniyê heft sal berê ji aliyê Çîmen Osman û Nahîde Ehmed xwediyên saloneke werzîşê ve ne hat avakirin. Di destpêkê de, çalakiyên meşê tenê ji bo endamên salona werzîşê bûn lê ji ber daxwaza zêde, ev koma meşê hat avakirin. Di salên dawî de, çanda meşê di nava jinên Başûrê Kurdistanê de belav bûye. Ji bo vê armancê gelek komên taybet hatine avakirin. Di bin rêveberiya mamosteyên xwedî ezmûn de, jin heftane derdikevin nava xwezayê û bi saetan dimeşin da ku tenduristiya xwe biparêzin.

Ajansa me hevpeyvînek taybet bi yek ji komên meşên çiyayî yên li Silêmaniyê re kir û ji jinên beşdar pirsa guhertinên ku bi wan re çêbûne kir.

‘Bandoreke erênî li ser têkiliyên civakî yên di navbera jinan de dikin’

Ev kom heft sal berê ji aliyê du mamosteyên jin ve hat avakirin. Çîmen Osman der heqê vê yekê de dibêje: “Berê, em bi meşê re wekî werzîşek mijûl bûn lê niha bi awayekî cuda, bi jinên çalak re, di her çar demsalan de em meşa xwe didomînin. Kom ji nêzî du hezar û 500 endamên jin pêk tê û her roja Şemiyê bi sê mamosteyan meşên xwezayî tên organîzekirin. Ev çalakî têkiliyên civakî yên di navbera jinan de xurt dikin ji ber ku ew aliyên baş û xirab ên jiyana xwe parve dikin û di pirsgirêkên xwe de piştgiriyê didin hev. Psîkolog û civaknas jî dem bi dem tevlî me dibin.”

Çîmen Osman diyar kir ku demên meşê li gorî demsalê diguherin, da zanîn ku ew demsala havînê di saet 4:00’ê sibehê, di zivistan û payîzê de di navbera saet 6:00 û 7:00’ê sibehê de dest bi meşê dikin. Her roj li ber Parka Azadî ya Silêmaniyê dicivin û bi qasî 3 saetan di nava xwezayê de dimeşin, dûre taştê dixwin û kş derdora saet 10:00’ê sibehê vedigerin.

‘Pêwendiyên bi hêz bi hawirdora xwe re ava dikin’

Der barê armanca komê de, dibêje ku armanca wan ew e hem tenduristiya fizîkî û derûnî baş bikin hem jî stresa jiyana rojane sivik bikin. Çîmen wiha rêz da gotinên xwe: “Ev çalakî her wiha derfetê dide jinan ku xwezaya xweşik a Kurdistanê nas bikin lêkolîn bikin û têkiliyên xurttir bi hawirdora xwe re ava bikin. Meş ji bo kêmkirina kîloyan dibe alîkar û ji bo hinek nexweşiyan sûdmend e, bi taybetî di kêmkirina rûngirtina kezebê de roleke girîng dilîze.”

Çîmen bi van hevokan dawî li gotinên xwe tîne: "Em yekem koma meşê ne ku li Silêmaniyê hatiye avakirin. Niha gelek kom hene. Armanca me ew e ku em aheng û hevgirtinê di navbera wan de biparêzin. Bi hev re, ji bo bextewarî û tenduristiya jinan dixebitin.”

‘Ev çalakî hem ji bo hiş û hem jî ji bo bedenê pir baş bû’

Şenaz Celal a ku çar sal in cihê xwe di nava komê de digre, hem havînê hem jî zivistanê beşdarî meşên gerê dibe, wiha qala meşê dike: “Ez keç, bûk û neviyên xwe jî tînim, difikirim ku divê jin ji malê derkevin û vê xwezaya xweşik bibînin. Ev çalakî hem ji bo hiş, hem jî ji bo bedena min pir baş bû. Em hewaya paqij dikşînin û bedewiya xwezayê dibînin. Min di warê tenduristiyê de feydeyên mezin dîtine. Berê bêhna min teng bû pirsgirêkên giraniyê hebûn lê ji dema ku ez tevlî vê komê bûme ve heta niha baştir im.”

‘Divê mirov jîngehê wekî mala xwe bibînin û wê biparêzin’

Civaknas Rojan Fetah der barê kom û meşê de wiha got: “Ez sê sal in di vê komê de me. Armanca wê ew e ku jin ji hêla derûnî ve rehet bibin û bi xwezayê ve girêdayî bin. Ez hêvî dikim hemû jin beşdar bibin. Xweza hem ji hêla fîzîkî ve hem jî ji hêla derûnî ve pir sûdmend e, têkiliyên civakî jî xurt dike. Nasandina zarok û ciwanan bi xwezayê, hişmendiya neteweyî û evîna welat zêde dike. Ew di heman demê de hişmendiya parastina jîngehê diafirîne. Divê mirov jîngehê wekî mala xwe bibînin û wê biparêzin."

‘Divê zarok jî xwezaya xwe nas bikin û jê hez bikin’

Çiro Heme Murad jî balê dikşîne ser feydeyên meşê û çalakiyên tên lidarxistin û dibêje: "Ez sê sal in di vê komê de me, her roja Şemiyê bi kelecan li bendê me. Divê jin beşdarî van komên çalakiyan bibin. Ew hem ji hêla derûnî ve sûdmend in hem jî dibin sedem ku em xwezayê nas bikin. Jin gelek caran li malê dimînin, pêwîst e derbikevin derve. Divê em zarokên xwe jî bibin nava xwezayê da ku di temenê biçûk de fêrî wê bibin, jê sûdê bigrin û hez bikin."

‘Têkiliya bi xwezayê re jinan ji hêla ruhî ve rehet dike’

Çiro Heme dibêje ku jin û xweza ji hev nayên veqetandin û bi vê awayî gotinên xwe dawî dike: “Jin xweza, bedewî û hêz in. Têkiliya bi xwezayê re jinan ji hêla ruhî ve rehet dike. Em bi cilên werzîşê û xwarinên sivik beşdarî meşan dibin. Wekî komek, em her wiha rêwîtiyên bajarên li Kurdistanê û derveyî welat organîze dikin. Berê ez zêde cangiran bûm û nexweşiya tiroîdê bi min re hebû lê bi saya meşê, ez niha pir saxlem im û ji hêla ruhî ve xwe aramtir hîs dikim."