Weqfa Jin a Azad a Sûriyeyê civîna xwe ya salane li dar xist
Weqfa Jin a Azad a Sûriyeyê bi dirûşma “Jina azad bingeha civaka azad e” bi beşdarbûna 60 jinan civîna xwe ya salane li dar xist.

Qamişlo – Weqfa Jina Azad ku kar û xebatên 2022’an, bi dirûşma “Jina azad bingeha civaka azad e” civîna salane bi beşdarbûna 60 jinên ji endamên Weqfa Jina Azad, sazî û rêxistinên jinan hate li dar xistin.
Di civînê de li ser pirskirêkên ku jin dijîn hat û riya çareseriya wan hat nîqaşkirin. Her wiha hola civînê bi wêneyên pêşenga jin Sakîne Cansiz ku di 9’ê Çileya 2013’an de bi du hevalên xwe re hatibû qetîlkirin, Jîna Emînî û Roza Luksemburg ve hatibû xemilandin.
Weqfa Jina Azad di 18’ê Hezîrana 2021’an de Konferansa xwe ya 1’emîn li darxistibû. Di wê konferansê de mijarên girêdayî xebatên Weqfa Jina Azad hatibûn gotûbêjkirin û li ser wan pêwistiyan pilansaziya sala nû ya xebatê hatibû destnîşan kirin.
Di nava salekî de kar û xebatên ku Weqfa Jina Azad a Sûrî meşandiye wiha ne:
Komîteya Tenduristî a Weqfa Jina Azad a Sûrî di vê salê de pênaseyên nexweşiyan ku çawaniya dermankirinê û rêyên pêşî lê girtinê bi dayîna 716 semîneran gel û jinan agahdar kirine.
Beşa Qursên Hemşiretiyê 757 jin di vê qursê de sûd wergirtine. Her wiha 105 dewreyên perwerdeyên tendursitiyê ji bo amadekariyên şer hatine vekirin. Dezgeha dermankirinê ku bi navê Klînîkên Arî tên nasîn û bê pere jin û zarokan derman dikin, nêzî 5195 jin û zarok serdan kirine.
Klînîka Mobîl ku ji aliyê Weqfa Jina Azad bi alîkariya gurupek xêrxwazên jinan pêk tên û bi taybet diçin gundan di nava salekî de ji 219 gundan re xizmet kirine û 1326 nexweşiyan re bûn alîkar.
Komîteya Perwerde di nava salekî de 381 perwerde dane û bi wesileya perwerdeyê 546 mal hatine ziyaret kirin. Komîteya Projeyan di nava salekî de 108 dewreyên perwerde yên cil û bergên dirûtinê vekirine û 517 jin bawernameyên xwe girtine. 85 dewreyên kuafortî hatine vekirin û 342 jin bawername wergirtine.
Komîteya Dîplomasî a Weqfa Jina Azad li Ewrûpayê bi Koma Weqfê re li ser Zoomê 27 hevdîtin pêk anîne, her wiha welat û derveyî welat bi dehan hevdîtin û têkilî hatine bi pêşxistin.
‘Weqfa Jina Azad alîkariya jin û zarokan dike’
Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûrî Rûken Xûşo derbarê civîna salane ya Weqfa Jina Azad de wiha dibêje: “Armanca sereke ya vê civînê ewe ku nirxandina sala borî û pilana sala nû ye. Di heman demê de kêm û kurtayiyên ku di nava salekî de rû dane divê civînê de hatin nirxandin û ji bo ku em gavek nû bi sala nû re bavêjin gelek bername û pilansazî hatine derxistin. Di nava Weqfa Jina Azad de gelek komîte hatine bi rêxistin kirin û Weqfa Jina Azad alîkariya jin û zarokan dike û projeyan pêşkêş dike. Sala borî gelek kar û xebat hatin meşandin û gelek alîkarî di aliyê perwerde, tenduristî û aborî dane jinan. Gelek jin beşdar bûn û jin gelek sûdên mezin wergirtin. Ji bo zarokan jî gelek proje hatine derxistin. Di dema dawî de dewleta Tirk gelek êrîşên mezin li dijî herêmên me kir, me xwest divê pêvajoya êrîşan de alîkariya jin û zarokan bikin. Me dewreyek tenduristî ji bo rewşa awarte ya şer vekir û gelek jin hatin perwerde kirin. Di heman demê de kar û xebat di kampa koçberan de jî hatine meşandin. Bi vê civînê re em ê bernameyên nû derxînin û kar û xebatên ku heyî dê berfirehtir bibin. Em dixwazin hêjmara ku me di vê salê de xwe gîhandiye jinan, îsal zêdetir be. Em wek Weqfa Jina Azad bi nasnameya jin kar dikin, ji lewra hedefa me ya sereke çi jin be em alîkar bin. Emê girîngî bidin zarokên bê kes û cihên cuda yên Keske Sora Ala ji zarokên bêkes re vekin.”