Weqfa Civaka Beqdarî ji bo jin bixebitin piştgiriyê dide wan

Weqfa Civaka Beqdarî ya Sûdanê, bi perwerdeyên pîşeyî piştgiriyê dide beşdariya jinan di warê aborî de, ji bo gelek jinan derfetên kar çêdike. Bi piştgiriyê armanc ew e ku jinên dixwazin projeyên xwe bixin meriyetê bi biryar bin.

MAYSA AL QADÎ

Sudan- Xebatên Weqfa Civaka Beqdarî, hişyariyê der barê mafên jinan de berdewam dike. Weqfa ku piştgiriya psîkolojîk dide, di perwerdeyên pîşeyî de piştgiriya dide jinan beşdarî jiyana aborî bibin. Ji avakera weqfê û di heman demê de berpirs Muntaha Abdullah diyar kir ku di nava şîrketên ku fînansa projeyên wan dikin di nava hevkariyê de dixebitin û ji bo projeyên ku derfetên kar ji bo jinan pêk bîne navendek wan heye. 

Muntaha Abdullah diyar kir ku bi firotina telefonan bi pereyek hindik weqfê ava kiriye û got: “Ji ber şerê li Sûdanê berdewam dike, bû sedem ku ez gelek tiştên xwe winda bikim. Lê belê ez vegeriyam bi hewldanên şexsî bi hêviyek mezin û biryardarî cara duyem min ji sifrê dest pê kir.

‘Bi piştgiriya weqfê min klînîka beytartiyê vekir’

Ji jinên ku weqf piştgiriya wê dike Hala Abdel Halim da zanîn ku ji ber şerê nêzî salek e berdewam dike ji Hartumê ji cihê xwe bûye û karê xwe winda kiriye, da zanîn ku di çarçoveya platforma Jinên Hewldêr ve di xebatên piştgirî û piştevaniya jinan de beşdarî perwerdeyan bûye û got: “Piştî ku min di mijara rêvebirin û bazarkirinê de perwerde girt weqfa Civaka Baqdarî piştgiriya min kir. Ji herêma ku ez ji cihê xwe bûme min ji sifrê klînîka beytariyê vekir.” Hala Abdel Halim destnîşan kir ku tevî şertên zehmet jî gav şûnde neavêtiye û li gund klînîka beytariyê vekiriye, ji derveyî firotina dermanan mudaxeleyên konsultasyon û cerahî jî dikin.

Hala Abdel Halîm amaje bi wê yekê kir ku ceribandinên weqfê bi armanca cesaretê bide jinên din ji bo parve bike di platformê de hatiye pêşwazîkirin û der barê zehmetiyên ku rast hatiye de ev tişt got: “Ne asan bû. Bi taybetî bi fêrbûna derdorek cuda, mirovên cuda û kevneşopiyên cuda. Em dikaribûn ji heqê zoriyan hêdî hêdî derbikevin. Lê belê ev tenê bi hewldanên min çênebû. Bi hewldana hevpîşeyên min ên profesyonel zehmetî kêm bûn. Dema min dest bi xizmetê kir, bandorê li gelê herêmê jî kir.”

 Du projeyên bi navê duman û agashî pêk hatin

Ji jinên hewldêr Sawsan Najî da zanîn ku projeya wê yê yekem çêkirina dumana ku belav bûye bû. projeya wê ya duyem jî yek ji xwarinên herî populer xwarina agashî bû, wiha got:

“Bi xwarina ku min çêkir, nav û dengê min belav bû. Ez weke ‘Zeitouna for aqashi’ hatim nasîn. Di vê projeyê de dumana ku min çêkir, ji bo cihekî ji bo bazarê vekim min bi kar anî. Ji bo her daxwaza xwarina aqashî re, min qutiyek duman diyarî da muşteriyên xwe. Ev jî bû sedem ku berhem hê zêdetir were nasîn û daxwaz ji bo duman jî çêbivin. Dema min dest bi projeyê kir parfumên kevneşopî yên Sûdanê û li cihê du cureyê dûmanan min 8 cureyê dumanan çêkir.”

‘Min bi 10 dolaran dest bi projeya xwe kir’

Sawsan Najî destnîşan kir ku ji ber bihayê goştê bi çeng zêde ye û bi giştî ji ber nayê dîtin amadekirina aqashi û firotina wê rawestandiye û got: “Niha ez tenê li ser projeya duman û parfume dixebitim.” Sawsan Najî xwest ku jinên piştgiriya wan a fînansî tune ye û dixwazin projeyên xwe çêbikin, bixebitin, netirsin û ev peyam da jinan: “Min bi 10 dolaran dest bi projeya xwe kir. Ji bo destpêkirinê netirsin. Hûn ê her dem kesên ku piştgiriya we bikin bibînin. Ya girîng biryardariya we ye.”