Welatiyên xwedî pêdawîstiyên taybet daxwaza alîkariyê kirin
Welatiyên xwedî pêdawistiyên taybet ji bo alikariya cejna qûrbanê bigirin çalakî li darxistin û li ber deriyê Encumena Walitiya Silêmaniyê kon vedan.
Silêmanî- Li dijî rewşa xirab ya jiyanê û kêmiya mûçe, li bajarê Silêmaniyê bi dehan kêmendam li ber derê Encûmena Walîtiya Silêmaniyê kombûn û daxwaz kirin ku pêdawistiyên wan ên cejnê werin dabin kirin. Ji bo balê bikişînin ser çalakiya xwe kon vedan û xwestin mûçeyê wan were zêdekirin. Wan li ber derê walîtiyê sifreyên xwarinê yên vale dirêj kirin û xwest bi hatina cejnê re pêdawîstiyên wan werin pêşwazî kirin.