“Welatiyên Til Rifetê biriyara berxwedanê da ye”

Hevseroka Meclîsa bajaroka Til Rifet a Kantona Şehbayê Zeyneb Silêman girîngiyaû got: "Welatiyên Til Rifetê ji her aliyî ve xwe rêxistin kirine û bi biriyarin li hemberî her rewşa çêbibe li ber xwe bidin. Çiqas bixwazin di nava welatiyan de nakokiyan bidin avakirin jî ewê ticarî teslîmyetê qebûlnekin, ev nameya gelê Til Rifetê ye.”

HESNA MIHEMED
Şehba- Piştî ku Efrîn ji aliyê dewleta tirk ve hate dagirkirin bi sad hezaran welatiyên wê koçîberî kantona Şehba û bajaroka Til Rifet bûn. Li gor bilançoya Meclîsa bajaroka Til Rifet 3 hezar 800 malbat, zêdetirî 15 hezar kes li Til Rifetê dijîn ku ji wan 560 mal ji pêkhateyên Ereb in ku bi miletê Kurd re jiyana xwe bi aramî û ewlehiyê didomînin. Til Rifet ji aliyê delwetên dagirker bi tayebt dewleta tirk ve gelek girînge ji ber ew xeta di navbera herêma Efrîn- Ezaz û Babê ye ji ber vê yekê her hewildanên ji bo dagirkirina Til Rifet heye û ew xistiya armanca xwe ya sereke. Di van demên dawî de jî gef û êrîşên li ser bajaroka Til Rifetê zêdetir bûye. Hevseroka Meclîsa bajaroka Til Rifet a Kantona Şehbayê Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê Zeyneb Silêman di derbarê mijarê de agahî da û nirxandinên giring kir.
"Hêzên derve li gorî berjewendiyên xwe nêzî herma me dibin" 
Zeyneb ji bo hedefgirtina bajaroka Til Rifetê got: "Piştî Efrîn hate dagirkirin beşek ji miletê koçber derbasî Til Rifetê bûn û li wir bi cih bûn. Bajaroka Til rifetê cihekî xwe stratîjîk heye, ji ber wê jî 4 salin dewleta tirk a dagirker gef û êrîşan ser gelê wê dewam dike. Ji ber cihê xwe yê erdnîgarî giringiyek wê yê cuda heye, di navbera Ezaz û Efrînê de ye. Marê 11 km, Ezaz jî 15 km jê durin. Ji aliyek din ve balafirgeha Minix a rejîma Sûriyeyê cih digire, li aliyê dinê jî bajarokên Nubil û Zehra ên ku hêzên Îranê tê de cih digirn nêzî wê ne û Til Rifet ji aliyê wan ve hatiye dorpêşkirin. Dema ku Efrînî derbasî bajarokê bûne mal ji topbaranan zirarên mezin dîtibûn û hejmara pêkhateyên Ereb tê de kêm bûn. Wêdemê nêzî 200 malbat tenê hebûn lê niha nêzî 500 malbatên Ereb ji herêmên cudda cihê xwe di bajarokê de digirin. Piraniya wan jî ji bajarê Helebê tên cihê xwe di Til Rifetê de digirin û jiyana xwe lê wê berdewam dikin."
Zeyneb bal kişand ser komîn û rêxistinên ku di bajaroka Til Rifetê de hatiye avakirin kir û ev tişt anî ziman :"Welatiyên wê ji her aliyî ve xwe rêxistin kirine. Ev 4 salan em li Kanona Şehbayê ji dest gef û êrîşên dewleta tirk a dagirker nikarin serê xwe rakin. Her çendî dixwazin bi şerê taybet bi deruniya welatiyan bilîzin û wan rehet nehêlin jî peyama hemûyan berxwedan û parêzvaniya axê ye. Çiqas bixwazin di nava welatiyan de nakokiyan bidin avakirin jî ewê ticarî teslîmyetê qebûlnekin, ev nameya gelê Til Rifetê ye. Armanca dewleta tirk a mêtînger ewe ku dagirkeriya xwe li ser Şehbayê ferq bike. Mayîna gelên Efrînê li Kantona Şehbayê çareseriyeke ji vegera Efrînê re ye. Xelkê Efrînê di rewşeke pir zor û zehmet de li Şehba yê dijîn, lê li hemberî wê gelê Efrînê rêxstina xwe ava kirin e û ji her aliyî ve parastina xwe bi hêz kirine. Dewleta tirk a dagirker rojane hewel dide êrîşî Kantona Şehbayê bike bi taybet bajaroka Til Rifetê lê em ê li beramberî vê yekê bertekên xwe nîşan bidin û bêdengiyê ji xwe re nepejirînin."