Welatiyên Samandagê: Em ji bîr nakin
Meşa ku li navçeya Samandag a Hatayê hat lidarxistin kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn û hat gotin:"Em ji bîr nakin, efû nakin."
Hatay- Welatiyan ji bo bîranîna kesên ku li navçeya Samandag a Hatayê ku di erdhejên navenda Mereşê de wêraniyên mezin hatin jiyandin meşek li dar xistin.
Girseya ku bi pelên defneyan meşiyan dirûşmên "Em ji bîr nakin, efû nakin" berz kirin. Welatiyên ku bertek nîşanî banga Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan a ji bo helaliyê dan û gotin: "Em heqê xwe helal nakin."