Serkeftina Ahûra Mazda: Nebaşî dişewite başî mezin dibe
Kurdên ku mêjiyê wan, dermanê birînê bûye, wê roja 21’ê Adarê, xwe ji nû ve ava kirin. Her pêvajo xwedî qehremanên xwe ye. Kawayê Hesinkar jî qehremanê dema xwe bûye. Hesina di destê wî de bû hêviya rojên ronî.
Şîmal Agirîn
Ew agirê ku xwestin di agirgehan de vemirînin ew bi xwe tê de şewitîn. Ahûra Mazda jî bi xweliya Ehrîman xwe mezintir û geştir kir. Niha jî pêşiya me ronî ye. Şerê başî û xerabiyê di nav hemû hucreyên bedena me de heye û di heman demê de di nav gerdûnê de jî bi heman şêwazê dimeşe. Wê şerê xerabî û qenciyê bi derkeftina serdestên mezin ên qirker berfirehtir û berdêlên gelek girantir derket holê. Her wekî çawa dema Derwêş hat qetilkirin erd hatin parastin, dema Ferhad çiya kun kir wê demê evîn bû mijareke têkoşînê. An jî dema Heqî Karer hat şehîdxistin li pey xwe pêxistina agirê azadiyê bû mecbûryetek esasî. Gulnaz Karataş bi xwe re îxanet ji zinarên bilind avêt xwarê, di pey xwe de îradeyek mezin a arteşbûnê û xweparastinê ava kir. Ehrîmanên di îranê de Jîna Emînî ji bo porê wî qetil kirin, wê ji bihara temena wê kirin lê porê wê bû ala azadiya jinan û bêhna porê wê bû bêhna azadiyê û belav dibe.
Bi mirina Dehak roja Kurdan hilat
Kurdên ku mêjiyê wan, dermanê birînê bûye, wê roja 21’ê Adarê, xwe ji nû ve ava kirin. Her pêvajo xwedî qehremanên xwe ye. Kawayê Hesinkar jî qehremanê dema xwe bûye. Hesina di destê wî de bû hêviya rojên ronî. Rêber Apo jî di roja îro de her wek Newrozê, wek roja nû ji bo gele Kurd derket û Kurd ji tarîtiya tunebûnê xilas kirin, gihîştand ronahiyê.
Rastiya civakek di rastiya jinan de veşartiye
Civakekî her çiqas xwedî nasname jî be ger jinên di nava wê civakê de di wateya hebûnê de ne azad bin, ew civak di nava koletiya herî mezin de rojên xwe derbas dike. Ev ne tenê gotinek li hev anî û çêkirî ye, rastiya koletiya civakek e. Tirk swedî ziman û nasname ne lê her roj jinek tê kuştin. Di nav îranê de jî gelê Fars xwedî nasname û ziman e lê her roj jinek ji ber bingehên cuda cuda tê girtin û windakirin. Netewa Ereb xwedî 22 dewletan e lê hê qadên jiyanê heta yên dewlet bi xwe jî li rûyê jinan girtî ne. Wan gelan û civakan xwedî statu û hebûn in û cihekî wan heye, tên naskirin lê jinên di nava wê civakê de wekî amûr in. Gelê Kurd bi qirkirinek mezin re rûbirû ye, jinên di civaka Kurd de jî her roj ji ber peyva namûsê tên qetilkirin.
Dara azadiyê bi xwîna lehenga şîn dibe
Her tişt ber bi dawiyê ve diçe, wekî ku nefesên dawî tên dayîn. Jin êdî di nava kêliyên gele çanda xwe berdewam dikir. Her tişt wek ku xilas dibe dihat nîşandan. Lê bi Rêber Apo re ku jin kir navenda tekoşîn û azadiyê, wê demê jinan nefesa xwe ya têkoşînê girt. Jin êdî bi xwîna xwe dara xwe ya jiyanê av didin, bi arteşbûyînê xwe diparêzin, bi rêxistinbûnê xwe mezin dikin, bi konfedralîzmê jî jinên Kurd xwe belavê tevahî dinyayê dikin. Bi zanista jiyanê jineolojî jî li perçeyên xwe yên winda digerin. Ji ber wan sedeman îro Newroza jinan e roja nû ya neteweya jinan e. Ev roja ronî ku bi bedêlên mezin hat avakirin û tên avakirin bi hemû wataya xwe ji bo ronahî û azadiyê ye.