Welatiyên Hewlêrê li hemberî nebûna xizmetgozariyê di çalakiyan de ne

Li Herêma Kurdistanê bi taybetî jî li Hewlêrê nerazîbûna gel yên li dijî nebûna xizmetek baş ya ji aliyê Hikumeta Herêmê ve berdewam dikin.

Hewlêr-  Li Herêma Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî nebûna xizmetgozariyê roj bi roj zêde dibe. Îro carek din nîştecihên taxa Sîmxatûn Awa ya Hewlêrê li dijî  danîna saetên ceyranê û nebûna xizmetguzariyê daketin qadan û xwepêşandan kirin. Xelkê taxê dibêjin, 12 sale kolanên di nava taxa wan de nehatine qîrkirin û ev 12 sale ew her zivistan di nava heriyê de diçin û tên.
Bi taybet xeklê taxê dibêjin pirsgirêka avê li taxa wan heye, bang li aliyên peywendîdar dikin da ku daxwazên wan pêkbînin, yan ewê rê li trafîkê bigrin.
Tê gotin dijî daxwazên welatiyên hêzek zêde ya leşkerî li derdora taxê hatiye bicihkirin.