Welatiyên Şamê jî daketin qadan û daxwaza hevdîtina bi Ocalan re kirin
Welatiyên taxa Zorava ya Şamê jî ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin daketin qadan û nerazîbûnên xwe nîşan dan.
Şam - Şêniyên taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê jî li ser îdiayên di çapemeniya dijîtal de ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine parkirin rabûn serpiyan û nerazîbûn nîşandan. Welatiyên li hev kombûn daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Nûnerê Meclisa Zorava Zinar Yehya ve hat xwendin.
Zinar da zanîn ku dê nesekinin heta hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re neyê çêkirin û wiha domand: “Em bang li rêxistinên navnetewî dikin bi erkê xwe rabin û ji bo hevdîtin bi Serokê me re bê kirin dextê li Tirkiyê bikin. Ji bo aramiya Rojhilata Navîn pêdivî bi azadiya Rêberê me Abdullah Ocalan heye. Ji bo wê jî em bang li hemû mirovên xwedî wijdan dikin ji bo hevdîtina bi Serokê me re bê kirin bikevin nava tevgerê.”
Daxuyanî bi diruşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” dawî bû.