Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê hate girtin

Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Erkan Kosedag ku bi îdiaya gelek zarok tacîz kirine hatibû binçavkirin, hate girtin.

Navenda Nûçeyan- Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Erkan Kosedag ku bi îdiaya tacîz li gelek zarok kiriye hatibû binçavkirin, hate girtin û ji peywîrê hate girtin. Erkan Kosedag ê ji Yozgatê bi rêya SEGBÎS’ê îfade da Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê hate girtin û şandin Girtîgeha Yozgatê.

Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê piştî binçavkirinê ev daxuyanî dabû: “Serdozgeriya me ya Komarê demildest ji ber sûcê ‘tacîza zayendî ya li zarokekî' di 20.12.2023’yan de dest bi lêpirsînê kir. Di peyam û qeydên ku di CD' an hatine desteserkirin cih girtin de, zarokên ku mexdûr tên hesibandin, bi pedagogên pispor re îfadeyên wan hatin girtin. Piştî biryara girtinê û binçavkirina gumanbarê bi navê E.K. îro ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê rayedarên îdarî ve hat destpêkirin de E.K. ji wezîfeyê hat girtin. Lêpirsîn bi baldarî û berfirehî tê meşandin.”

Rojnamevan Metîn Cîhan di parvekirina xwe a li ser hesabê xwe ê medyaya dijîtal de diyarkiribû ku mudurê Wezareta Çand û Turîzmê Erkan Kosedag, dema ku zarokên werzîşvan dibir kampan, yan jî ji bo çalakî û otelan gazî wan dikir, tacîza zayendî  li wan dike. Belgeyên di destê zarokan de bêyî ku cih ji gumanê re bihêle aşkereye û vê yekê îsbat dike. Metîn Cîhan peyamên Erkan Kosedag ên ku ji zarokan re şandî bû beşek ji wê weşandibû.