‘Divê jinên Tûnisî tirsa xwe ya ji otorîteyê bişkînin’

Tûnis di 24’ê Kanûnê de diçe hilbijartinê. Aktîvîsta femînîst Hadîa Belhaj Youssef, bang li jinan kir û wiha got: "Êdî dema şikandina bariyerên tirsa otorîteyê hat.”

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis- Li gorî Otorîteya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê, li Tûnisa ku nifûsa wê 9 milyon e, gel wê 24’ê Kanûnê roja Yekşemê biçin ser sindoqan. Gel wê di konseyên xwecihî yên herêmê de hilbijêrin ka kê wan temsîl bike.

Aktîvîsta femînîst û endama Navenda Lêkolîn û Perwerdeya Jinên Ereb a Kewser Hadîa Belhaj Youssef a der barê hilbijartinê de ji ajansa me re axivî, diyar kir wek salên destpêkê yên şoreşê beşdarbûna jinan a hilbijartinên meclisên xwecihî girîng e. Hadîa Belhaj Youssef, wiha got: “Di salên borî de di mijara beşdariya siyasî de xweyalên jinan şikestin. Parlamontoyek ji mêran ku dengê jinan tê de nîn e hat avakirin.”

‘Êdî dema şikandina tirsê hatiye’

Hadîa Belhaj Youssef, diyar kir ku li welat beşdarbûna jinan a nava siyasetê ji sedî 5 derbas nabe û wiha axivî: “Diyardeyên civakî yên têkildarî jinan tên avakirin û nêrîna feraseta serdest a mêr di pêvajoyên hilbijartinê de bandorê li serkeftina jinan kir. Gelek jin ji ber tundiya siyasî û civakî neçar man xwe ji hilbijartinan vekişînin. Ji ber vê sedemê jin di mijara tevlibûna pêvajoyên hilbijartinê de neçar man dudilîtî bijîn. Ez difikirim ku êdî dema şikandina bariyerên tirsa otorîteyê hat. Divê jin xwebaweriya xwe winda nekin û tevî makîneya cudakariyê ya wan hedef digre jî di konseyan de cih bigrin.”

'Jin tên vederkirin’

Hadîa Belhaj Youssef, diyar kir ku hilbijartin dê bibe dengê jinan û pêkhateyên nû, bal kişand ku ev hilbijartin ji bo jinan derfetek e. Hadîa Belhaj Youssef, da zanîn bi taybetî jinên astengdar ên di parlamentoya berê de gelekî hatin vederkirin û wiha got: “Dewlet di mijara jinên astengdar de girîngiya pêwîst nade. Tevlibûna jinên astengdar a ji bo konseyan zehmetir dike. Xala 54’an a Destûra Bingehîn a 2022'an tevlibûna vê komê şert nîşan dide.”  

Banga têkoşînê

Hadîa Belhaj Youssef, anî ziman ku li herêmên gundewar deng ji bo mêran tên bikaranîn û wiha got: “Li herêmên gundewar bi gelemperî deng didin mêran, ji ber ku difikirin performansa wan zêdetir e. Li herêmên gundewar hê jî feraseta ku cihgirtina jinan a pozîsyona lîdertiyê red dike heye. Pêwîst e em di vê wateyê de li dijî nêrîn û feraseta mêr ku pêşî li siyaseta jinan digre, têbikoşîn.”