Wekîlê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû hat berdan

Wekîlê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû yê serê sibê li Meclîsê bi zorê hatibû binçavkirin, piştî îfade da, serbest hat berdan.

Enqere - Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, di roja 5’emîn a “Nobeta Edaletê” de, li Meclîsê bi zorê hat binçavkirin, piştî li Qereqola Polîsan a Kavaklidereyê îfade da, hat berdan.