‘Wekheviya zayendî bila di partiyên siyasî û zagonên hilbijartinê de cih bigre’
Komeleya Wekhevî û Piştevaniyê ya SES’ê der barê pêvajoya hilbijartinê de di civîna çapemeniyê de xwest wekheviya zayendî di qanûnên partiyên siyasî û hilbijartinê de cih bigre.
Stenbol- Komeleya Wekhevî û Piştevaniyê ya SES'ê li ser hilbijartinên 14'ê Gulanê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên Komeleya Karsazên Jin (KAGÎDER), Platforma Jinan a Wekheviyê (EŞÎK), Komeleya Ez ê Hilbijêrim û nûnerên partiyên siyasî beşdarî civîna li restoranta Beyogluya Stenbolê hat lidarxistin bûn.
‘Mirov bi hêsanî dikare pêşiya xwe bibîne’
Seroka Komeleya SES’ê Gulseren Onanç axivî û destnîşan kir ku wê di 14’ê Gulanê de bikevin pêvajoyeke nû û got: “Dê dîsa bihar were welat. Di vê pêvajoya ji nû ve avakirinê de wê jin bi çi rolê rabin? Di avakirina demokrasiyê de polîtîkayên jinan wê çawa bin? Em van pirsan dikin. Ji ber ku heta niha me bersivek ji Tifaqa Millet negirtiye. Di nivîsên hatine nivîsandin û ravekirinên heta niha hatine kirin de em nikarin bersivên ku em lê digerin bibînin. Haya we ji xetereya li pêşiya me heye? Partiyên ku tevli Tifaqa Cumhur bûn bi HUDA PAR û Partiya Refahê re qanûna bi hejmara 6284’an xistin protokola tifaqê. Ev ne pêşketineke nû ye. Ev pêngav pêngava dawî ya pêvajoya birêxistinkirina mafên jinan li gorî daxwazên îslamiyan e ku ji sala 2010’an ve didome. Ev beşên ku di qada siyasî de nexwestin bi eşkereyî nêrînên xwe yên li dijî mafên jinan bînin ziman, niha cesaret dîtine ku bi eşkereyî bibêjin ew li dijî qanûna jimare 6284’an û Peymana Stenbolê ne. Dibe ku çend parlamenterên van her du partiyan di hilbijartinan de bi ser bikevin û meşrûiyeta eşkerekirina van nêrînan li meclisê bi dest bixin.”
‘Bi nêrînên dînî mudaxeleyî qada jinan dikin’
Piştre akademîsyen-nivîskar Serpîl Sancar jî axivî û bal kişand ser mafên jinan û xwest wekheviya zayendî di qanûnên partiyên siyasî û hilbijartinê de cih bigre, pêşî li astengiyên li ber jinan bê rakirin û jin di siyasetê de bi awayekî aktîf cih bigrin û got: “AK partî û tifaqa Cumhur der barê destkeftiyên mafên jinan de gav paşve avêtin. Ji Peymana Stenbolê derketin, zagona 6284 weke ku tê xwestin nehat pêkanîn. Bi nêrînên dînî dest bi mudaxelekirina jinan di qada mafan de kirin. Zarokên ku ji 18 salî biçûktir hatin zewicandin di gelek rewşan de bêceza hatin hiştn. Paşketina di mafên jinan de bi vê ve sînordar nema. Ji derveyî pêkanîna mafên jinan ên gerdûnî tu riyeke din tune ye. Parastina mafên jinan ne tenê berpirsyariya jinan e, di heman demê de di berpirsyariya meran jî de ye.”
Di civînê de ji bo pêşîlêgirtina paşketina jinan tiştên ku werin pêkanîn wiha hatin rêzkirin:
-Li ser navê jinan axaftin nêzîkatiyên ‘Em pirsgirêkên we dizanin, em ê çareser bikin’ weke nêzîkatiyek mêrsalarî dibînin. Gelek mînakên ku di cîhanê de beşdarbûna jinan di siyasetê de ferqek çawa derketiye heye.
-Li Tirkiyeyê, partiyên siyasî astengiyên li pêşiya jinan nûnertiya jinan di siyasetê de divê were rakirin û divê jin di siyasetê de bibin akturên çalak.
- Bingeha teybetmendiya wekheviya zayendî ji bo bikeve meriyetê rêbazê wê (Kotaya zayendî, piştgiriya kampanyayan, alîkariya xezîneyê’) partiyên siyasî zagonên hilbijartinê bixinê.
- Divê sîstemek ku jin di rêjeyek wekhev de beşdarî pêvajoyên biryarên siyasî bibe were pêkanîn.
- Rêxistinên jinan ên ku ji bo parastina mafên wan dixebitin divê bi awayek aktîf beşdarî pêvajoyên siyasetê bibin û divê nêrîn û fikrên wan werin girtin.
- Bi beşdariya civaka sivîl polîtîkayek berfireh ên wekheviya zayendî were pêşxistin û planên pêkanîna wê werin danîn.
- Divê wezareta jin û wekheviyê were avakirin, rêveberiya wezaretê der barê mafên mirovan de û jinên bi ezmûn werin.
- Divê wezareta jin û wekheviyê were avakirin, di pêvajoyên hemû biryaran de divê rêxistinên jinan bi aktîf beşdar bibin.”
Civîn piştre bi awayê pirs û bersivê bi dawî bû.