Wê ji kampa Holê 170 malbatên DAIŞ’ê vegerin Iraqê

Di çarçoveya kar û hemahengiya di navbera Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Lijneya Asayîşê û Lijneya Koç û Koçberan a Parlamentoya Iraqê de, wê ji kampa Holê 170 malbatên çeteyên DAÎŞ’ê, sibe vegerin Iraqê.

Navenda Nûçeyan- Medya Rojavayê KurdistanÊ ragihand ku di çarçoveya kar û hemahengiya di navbera Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Lijneya Asayîşê û Lijneya Koç û Koçberan a Parlamentoya Iraqê de, wê ji kampa Holê 170 malbatên çeteyên DAÎŞ’ê, sibe vegerin Iraqê.

Her wiha hate diyarkirin ku hejmara endamên malbatên ku hatine vegerandin bi giştî 560 kesin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye li seranserê cîhanê kampa Holê ya herî xeternak e. Li gorî daneya ku Rêveberiya Kampê parve kirine, di kampê de 42 hezar û 781 koçber û penaber dimînin. Di nav de 19 hezar û 530 Iraqî, 16 hezar û 779 sûriyeyî, 6 hezar û 461 biyanî û 11 kesên ku nasnameya wan nediyar e, hene.