Wê ji bo serhilldana ‘Jin Jiyan Azadî’ kurtefilmek bê çêkirin

Kurtefilmek bi navê ‘Sound Rise’ wê li ser Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’were çêkirin, kurtefilm di salvegera Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dê were pêşandan.

Navenda Nûçeyan- Di 16’ê Îlona sala 2022’yan de jina Kurd Jîna Emînî ya ji bajarê Seqîz a Rojhilatê Kurdistanê, li Tehranê bi hinceta ku baş pora xwe ne pêçaye ji aliyê ‘Polîsên Exlaq’ ên dewleta Îranê ve hate qetilkirin. Ev yek bû sedema nerazîbûn û xwepêşandanên gelek mezin. Li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpê kir û belavî cîhanê bû. Bi boneya salvegera serhiladana ‘Jin Jiyan Azadî’ wê Kurtefilmek bi navê ‘Sound Rise’ (Dengê hilat), li ser Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bê çêkirin û di salvegera Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de were pêşandan.

Kurtefilm ji aliyê her du Derhêner Fiya Yunis û Hewar Farisewî ve hatiye çêkirin û qala çîroka du qurbaniyên Serhildana Jîna Emînî ango Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku di girtîgehê de rastî êşkencekirin û destdirêjî tên dike. Di kurtefilmê de gelek lîstikvanên jîr ên weke Nîckwan Qadirî, Delniya Waîsî û Delniya Lotfî cih digirin û dileyîzin. Tê payîn di demek nêzîk de promoya (fragman) kurtefilmê were belavkirin.