Ji Gultan Kişanak peyama sipasiyê

Siyasetmedara kurd Gultan Kişanak ku xwişka xwe winda kir, sipasiya hemû kesên ku di roja wê ya bi êş de ew bi tenê nehêlayî kir.

Navenda Nûçeyan- Xwişka Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlehiya Bilind a Kandirayê dihat ragirtin, Zeynep Ozer li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. Gulten Kişanak piştî tevli merasîma definkirina cenazeya xwişka xwe li Xarpêtê bû, bi rêya malbata xwe spasiyên xwe pêşkeşî gelê kurd û hevrêyên wê yên ew bi tenê nehiştin kirin.

Di peyama Gultan Kişanak de wiha hate gotin:

“Ez ji dil spasiya kesên em tenê ne hiştin, di serî de gelê kurd, rêveberên Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî, hevrêyên me, hogirên me û gelê me yê wefakar ku êşa me parvekirin dikim. Di demeke ku êrişên li ser gelê kurd zêde dibin de ji bo ku têkoşînê bi hev re bihûnin, xurtkirina piştevaniyê jê veneger e. Ez careke din spasiyên xwe pêşkeşî her kesên ku ji bo piştevaniyê li her qadê belav bike dikim.”