Wê dîrok kujerên Efrîniyan efû neke

Endama Meclisa Jinan a PYD’ê Rozelîn Bekir di nava berxwedana Efrînê de jiya û weke jineke têkoşêr li kêleka gelê xwe li dijî dagirkeriyê li ber xwe da.

 
ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Dewleta Tirk û komên girêdayî wê, di 20 Çileya 2018’an de bi tank, top û balafirên şer êrîşî herêma Efrîn- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encama êrîşan de bi hezaran jin, zarok û kesên temen mezin jiyana xwe ji dest dan. Piştî berxwedaniyeke mezin 58 rojan berdewam kir, dewleta Tirk Efrînê dagir kir û bi hezaran şêniyên Efrînê neçarî koçberiyê bûn. Armanca dewleta Tirk ew bû derbeyekê li wekheviya gelan, projeya Neteweya Demokratîk û statûya Efrînê bixe. Berovajî armancên dijmin şêniyên Efrînê bêrûmetiyê qebûl nekirin û destanên qehremaniyê nivîsandin. Di wî şerî de gelek komkujî li ser mirovan çêbûn û heta roja îro jî ev komkujî didomin. 
Di êrîşên li ser Efrînê de jina pêşeng dîsa rola xwe bi cih anî û di hemû qadên têkoşîn û alîkariyê de mil bi milê bi civaka xwe re xaka xwe parast. Şêniyên Efrînê heta deqeya dawiyê jî ber xwe dan. Têkildarî mijarê jina ji Efrînê û Endama Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Rozelîn Bekir ji me re axivî.
Berxwedana jinan a li dijî êrîşên dewleta Tirk
Li dijî êrîşên dewleta Tirk rola jina pêşeng dîsa xwe da der û berpirsyariya parastina xak û civaka xwe hilgirt ser milên xwe. Têkildarî vê mijarê Rozelîn Bekir ev tişt got: “Dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê bi hovîtiyeke bêser û ber êrîşî Efrînê kirin. Di nav şer û êrîşan de jinan bi berxwedan û têkoşîneke mezin cihê xwe girt. Dewleta Tirk her roj bi çekên giran êrîşî jin, zarok, ciwan û kesên bi temen mezin dikir. Îrade û têkoşîna me xurt bû, ji bo wê dewleta Tirk cesaret nedikir rû bi rû bi me re şer bike. Dewleta Tirk ne tenê êrîşî mirovan dikir, êrîşî xweza, çand, ol û dîroka me jî dikir. Gelê me yê Efrînê heta deqeya dawî di bajarê xwe de li ber xwe da û piştgiriya şervanên xwe dikirin. Her wiha gelek dayikên me moral didan şervanan û cihê xwe di eniyan de digirtin. Berxwedana jinan li dijî dagirkeran di asta pêşengiyê de bû.” 
Li Efrînê rihê têkoşîna hevpar
Bi êrîşên dewleta Tirk re li Efrînê seferberî hat îlankirin û hemû şêniyên di Efrînê de bi rihê hevpariya têkoşînê tevdigeriyan. Rozelîn wiha qala vî rihê têkoşînê dike: “Li dijî dagirkeriyê di Efrînê de seferberî hat îlankirin hemû şêniyên Efrînê ketin tevgerê û li kêleka şervanên xwe sekinîn. Di wê rewşê de tenê karek ji me nedihat xweset, pêwîst bû em bi hemû hêza xwe bixebitin. Axa me dihat dagirkirin û mirovên me dihatin qetilkirin. Sebra me di malên me de nedihat û em dadiketin meydanên berxwedanên. Piştî berxwedana 58 rojan, em neçarî koçberiyê bûn bi kerwanekî mezin em ji Efrînê derketin û me berê xwe da Şehbayê. Di wî şerî de gelê me bêrûmetî li ser xwe qebûl nekir, rast e em ji Efrînê derketin lê tu kes nikare bêjê Efrîniyan li ber xwe nedan.”  
 Kîna hovîtiyê bi xwe re birin warê koçberiyê
Rozelînê kêliyên dawiyê û neçariya derketina ji Efrînê bi bîr xist û wiha anî ziman: “Derketina me ji Efrînê pir zehmet bû lê hêviyên vegerê hê jî di dilê me de zindî ne. Dema em derketin bûyerên ku li Helebçayê qewimîn dema ku dapîrê min ji min re behs dikir, hatin bîra min. Di roja komkujiya Helebçeyê de li Efrînê ev bûyera bi êş berdewam kir. Di 18’ê Adara 2018’an dema em ji Efrînê derketin dewleta Tirk êrîşî kerwanê sivîlan kir û di encamê de gelek jin, zarok û kesên bi temen mezin jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Xwestin em di deqeya dawiyê de jî em kîna hovîtiya wan bi xwe re bibin warên koçberiyê. Dewleta Tirk dixwest em koçberî Tirkiyeyê bibin da ku me ji xwe re bikin kole û xeyalên vegera ser axê di mêjiyê me de parçe bike. Di wê komkujiyê de dîmenên pir bi êş li ber çavên min qewimîn, ez ji maşîneyê daketim min parçeyên laşê jin û zarokan ku hîn rih di wan de hebû li erdê dîtin. Wê dîrok kujerên Efrîniyan efû neke.”
Kirinên ku niha li Efrînê çêdibin
Piştî dagirkirina Efrînê dewleta Tirk kirinên dijmirovî li ser mirovên ku nikaribûn derkevin pêk tîne. Rozelîn Bekir wiha dibêjê: “Heta roja me ya îro, dewleta Tirk kirinên xwe li Efrînê li ser mirovên ku tê de mane dimeşîne. Dibistanên bi zimanê Tirkî hatine avakirin, mafên mirovan li wir tên binpêkirin û bi sedan kirinên dewleta Tirk ên qirêj li ser jin û zarokan tên meşandin. Em ê tola xwe hilînin û vegerin ser axa xwe bi aramî bijîn.”