‘Jinan pêşengtî ji şoreşê re kirin’

Endama Kongra Star Gulistan Gulo der barê têkoşîna jinan a salek de axivî û tekez kir ku ji bo parastina deskeftiyan dê têkoşîna wan her dem berdewam bike.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Têkoşîna jinan di vê salê de piştrast kir ku mafên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî ne daxwazên paşxistî ne, rastiyeke bi awayekî xurt hatiye damezrandin di qanûn, sazî û dezgehên biryardayînê de. Ji xurtkirina pergala hevserokatiyê bigre heya berfirehkirina rola jinan di rêveberî, aborî û jiyana civakê de, destkeftiyên berbiçav çêbûn, hebûna jinan weke hevkarên bingehîn di şekildana pêşeroja herêmê de xurt kirin.  

Endama Kongra Star Gulistan Gulo der barê têkoşîna jinan a salek de ji ajansa me re axivî.

Gulistan Gulo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan a ji sala 2025`an heta 2026`an û wiha got: “Têkoşîna jinan ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdstanê ve heta roja îro ji didome. Jinan têkoşîneke pir mezin dan meşandin û pêşengî ji şoreşê re kirin. Şoreşa Rojava bû şoreşa jinan. Di sala 2025`an de asta jinan a rêxistinê herî bilind bû. Perwerdeyên ku dîtin ji bo hemû qadên civakê, komîn, meclis, akademiyên ku dikaribûn bi hezaran jinan perwerde bikin vekirin. Jin di qadên leşkerî û rêvebirinê de bûn xwedî gelek deskeftiyan. Sîstema hevserokatiyê ya ku ji bo tevahî cîhanê mînak e li Rojava yê Kurdistanê ket meriyetê. Jin dikaribûn di aliyê mafên jinan de bixebitin, ji bo zagonên xwe biparêzin û tundiya li ser jinan bi dawî  bikin. Mala jin di vî alî de têkoşîneke pir mezin da meşandin.” 

‘Herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê bû nimûneyek ji bo tevahî Sûriyeyê`

Gulistan Gulo diyar kir ku sala 2026`an merheleyeke nû bûye ji bo herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pêde çû: “Di destpêka sala 2026`an de em ketin merheleke nû. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji alipyê hêzên navneteweyî û bi tifaqên navneteweyî rastî êrîşan hatin. Jinan di van salên şoreşê de herêmên birêve birin, pergala xwe avakirin û saziyên xwe bi nimûneya neteweya demokratîk bi pêkhateyên vê herêmê birêve birin. Herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê bû nimûneyek ji bo tevahî Sûriyeyê, gelek mirov ji derve hatin ji bo li vê herêmê bijîn ji ber ku herêmeke bi ewle bû.”

‘Hêzên Sûriyeya demokratîk û rêveberiya demkî di 29`ê Çileyê de li hev kirin’

Gulistan Gulo anî ziman ku dewletên navneteweyî di 6`ê Çileyê de komployeke navneteweyî li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xistine dewrê, got armanc bi vê komployê qirkirina gelê Kurd bû û wiha axivî: “Wekî komploya navneteweyî ku li ser Rêber Apo pêk anîn, di heman demê de komployeke navneteweyî di 6`ê Çileyê de xwestin li ser gelê Kurd pêk bînin, êrîşên pir mezin li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin destpêkirin. Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berxwedaniyeke bêhempa û dîrokî hat raberkirin. Di encama êrîşên ku li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbûn de bi hezaran kes hatin kuştin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk û rêveberiya demkî di 29’ê Çileyê de li hev kirin.”

‘Em xwedî têkoşîneke mezin in’

Gulistan Gulo destnîşan kir ku rêveberiya demkî jinan qebûl nake û wiha berdewam kir: “Rêveberiya demkî mafên jinan nas nake ji ber ku nasname, îrade û hebûna jinan qebûl nake. Lê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan hat birêvebirin û jin tê de nimûne ne. Tevahî sazî û rêxistinên jinan di 18`ê Şibatê de kampanyayeke bi girseyî ragihandin, daxwaza me ew bû ku êdî em mafên hemû jinan misoger bikin, destkeftiyên şoreşa jin ên ku me bi dest xistine biparêzin di destûra Sûriyeyê ya nû de. Ji ber vê gere wekheviya jin û mêr hebe di Sûriyeya nû de.”

‘Jin wê di sedsala 21’ê de kirasê koletiyê qebûl nekin’

Gulistan Gulo anî ziman ku ji bo 8`Adarê gelek çalakî dê werin lidarxistin û wiha pêde çû: “Di nava kampanyaya xwe de jî me anî ziman ku ji bo 8`ê Adarê gelek çalakî hene. Îsal em ê 8`ê Adarê bi rengekî cudatir pîroz bikin. Yanî di dema berê de sîstema gelê Herêmê û Rêveberiya Xweser bû lê îsal em 8`ê Adarê bi rêveberiya demkî re pîroz dikin. Em ê çawa bikaribin destkeftiyên şoreşa jinan di warên zagonî de erê bikin? Em ê çawa bikaribin têkoşîna jinan di hemû qadên civakê de misoger bikin? Em ê di 8`Adarê de peyaman bidin û çalakiyên xwe de diyar bikin. Dirûşma me ya 8`ê Adarê “Bi felsefeya jin, jiyan, azadî em ê destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin” e ji ber ku xeter li ser deskeftiyên şoreşa me hene. Dema ku rejîma Baasê jî hebû rêxistinên jinan têkoşîna xwe berdewam dikirin û niha jî wê têkoşîna rêxistinên jinan berdewam bike. Jin wê di sedsala 21`ê de kirasê koletiyê qebûl nekin.”

Sîstema hevserokatiyê li gelek welatên cîhanê tune ye’

Gulistan Gulo da zanîn ku pergala hevserokatiyê dibe sedema nîqaşê de û wiha pêde çû: “Civaka Sûriyeyê sîstema yek rengî û yek neteweyî qebûl nake. Yanî Sûriye bi vê rêveberiya ku Colanî temsîla wê dike wê nikaribe bibe îradeya gelê Sûriyeyê. Wê nikaribe Sûriyeyê bi tevahî bi rêve bibe. Sîstema hevserokatiyê di gelek welatên cîhanê de tune ye. Nimûneyeke nû bû di Kurdistanê de ku jin û mêr bi hev re berpirsyarên hemû qadên jiyanê bin.

‘Sedsala 21’ê Sedsala azadiya jinan e’

Gulistan Gulo wiha bi dawî kir: “Têkoşîna me wê her dem bidome,  sedsala 21’ê sedsala azadiya jinan e. Rêveberiya demkî ji têkoşîna jinan ditirse. Ji bo ku jin cihê xwe di destûra Sûriyeyê de bigrin, komîteyên ku werin avakirin tekez pêwist e jin di wan de hebin. Navê gelek jinan hatine pêşinyarkirin ji bo ku jin di hemû waran de cih bigrin, xwedî biryar bin û deskeftiyên jinan biparêzin.”