Vîrusa koronayê li girtîgeha jinan belav dibe

Parêzera OHD’ê Adîle Salman, ji ber ku girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Amedê bi nexweşiya koronayê ketine ziyaret kir û diyar kir ku di dema lêgerîna di navbera qawîşan de gardiyanan lepik û maske neguherandine û got ku malzemeyên paqijiyê kêm in û paqijkirina hawirdorê ya girtiyan nebes e.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Di van çend hefteyên dawî de ku li Tirkiye û Kurdistanê bûyerên vîrusa koronayê zêde bûn, testa 8 girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê jî pozîtîf derket. Dema ku hat diyarkirin vîrus li beşên din belav bûye, girtiyên ku li malbatên xwe geriyan bal kişandin ser ku vîrus ji hêla gardiyanan ve hatiye belavkirin, yên nîşaneyên nexweşiya virûsê bi wan re hene testên wan nayên kirin û derman nayê dayîn. Girtiyan dema agahî dan malbatên xwe diyar kirin ku jineke 70 salî jî li girtîgehê bi korona ketiye her wiha di nav girtiyan de, nexweşên penceşêrê jî hene. Ji xeynî beşa B-11 ku 8 jinên testa wan pozîtîf derketiye, hat hînbûn ku testên hin girtiyên di beşa A-5 de jî pozîtîf bûne lê hat hînbûn ku girtiyên nîşanên vîrusê bi wan re hene hê testa wan nehatiye kirin.
Vîrus li qawîşan belav dibe, test nayên kirin
Piştî bûyerê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Amedê her roj diçin girtîgehê û li rewşa girtiyan dipirsin. Endama Komîsyona Girtîgehê ya OHD'ê Parêzer Adîle Salman ku çû girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin kir, bandora ku li girtîgehê jiya û pirsgirêkên girtiyên li girtîgehê dijîn ji ajansa me re ve vegot. Adîle Salman, anî ziman ku piştî testên 8 girtiyên jin pozîtîf derketin, ew li beşa ku lê diman xistine karantînayê û diyar kir ku li beşa A-5 bûyerên erênî hene lê  hîn hejmara zelal negihîştiye wan. Adîle Salman diyar kir ku girtiyên di beşa B-12 de ku li tenişta beşa B-11 ye, tevî ku nîşaneyên nexweşiyê bi wan re heye jî, hefteyek e li benda testê ne û destnîşan kir ku li qawîşê girtiyên bi nexweşiya penceşêrê jî hene.
"Testa dayika 70 salî jî pozîtîf derket" 
Adîle Salmana da zanîn ku du girtiyên testa wan pozîtîf bû û nikaribûn bêhnê bidin û bigrin, rakirine nexweşxanê û piştî piştgiriya oksîjenê ew anîne zindanê û wiha axivî: “Girtiyek bi nexweşiya dil ji bo muayeneyan biribûn nexweşxaneyê lê ji ber zehmetiyên ku ji personel û leşkeran dîtîbûn û bêyî ku li nexweşxaneyê werin razandin anîn zindanê. Dîsa, girtiyek ku ji Girtîgeha Wanê hat veguheztin, ji bo li vir were dermankirin di karantînayê de ye. Dayikek 70 salî û girtiyên din ên ku tê texmînkirin pê ketine, hin ji wan in ku testa wan pozîtîf  derketiye.”
"Di lêgerînên di navbera qawîşan de lepik û maske nayên guhertin" 
Adîle Salman diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de girtiyan di bin tecrîdê de hiştine û wiha axivî: "Ji destpêka nexweşiyê ve, girtî ji ber tedbîrên covîd 19 nikarin biçin qada hevpar û ew ji çalakiyên civakî bêpar in. Ev saleke ku hedîtinên vekirî nehatine girtin ku ev yek ji ber tedbîrên pandemiyê ye. Tevî van tedbîrên hanê jî hefteyê carek lêgerînên qawîşan tên kirin û nêzî 10 personel bi lêgerînan dest datînin ser her tiştî. Gardiyan di lêgerîna odayek din de lepik û maskeyan naguherînin. Personel maskeyan ku girtî dema ji odeyê derkevin bi kar bînin bi destên xwe didin wan. Têgihîştina qedexekar li şûna pratîkên li gorî rêgezên zanistî ketine meriyetê.
"Paqijiya kesane û hawirdorê ya girtiyan kêm e " 
Adile Salman diyar kir ku ji bo girtî di vê pêvajoyê de ji xwarinên bi qewet sûdê bigrin, wekî saziyên parêzvanên mafên mirovan bi dozgeriyê re hevdîtin kirine lê tevî vê jî di xwarina girtiyên ku bi nexweşiyê ketine de, tu guhertin çênekirine û tenê fêkiyên rojane didin girtiyan. Adîle Salman axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji destpêka pandemiyê ve, girtîgeh di bin navê tedbîrê de di bin tecrîdê de ne. Di vê pêvajoyê de, der barê gihîştina girtiyên nexweş a mafên tenduristiyê de gavên berbiçav nehatin avêtin. Wekî din, girtiyên ku diçin nexweşxaneyê û vedigerin bi hinceta karantînayê di bin tecrîdê de ne. Ji ber ku du kelepçe li destên girtiyan didin, girtiyên ku dibin nexweşxaneyê, di dermankirinê bi zorî û aloziyan re rûbirû dimînin. Dîsa ji bo paqijiyê mercên baş tune ne. Ava germ serê sibehê saetên pir zû yan jî di saetên pir dereng de tê dayîn. Pêdiviyên paqijiyê kêm in. Ji ber vê sedemê, paqijiya kesane û hawirdorê ya girtiyan, ne li gorî vê rewşê ye."