Versiyona pergala kastîk a îro: Koma Epstein
Koma Ebstein a ku versiyona mêrê nêçîrvan ê roja me ya îro ye; pergala kastîk bi xwe ye. Her çendî lûtkeya çanda kastîk Epstein be jî mêrê ku li dijî jinan mêtinkarî, newekhevî û şîdetê dike, perçeyek ji Epstein bi xwe ye.
ROJBÎN PELÎN
Navenda Nûçeyan – Bi ketina sala 2026’an re nebza siyasetê pir deresayî avêt. Rojevên cîhanî û herêmî mirov dihejînin. Revandina Maduru, hewldana derxistina şerê navxweyî li Sûriyeyê, amadekariyên ku ji bo şerê Îranê tên kirin, lutkeyên Davos û Munîhê, dosyayên J. Epstein ên hatin eşkerekirin, hemû rojevên dagirtî ne û bi wan rojevan du meh derbas bûn.
Civîna Ewlekariyê ya Munîhê ku îsal hat lidarxistin bû wesîleya pêşketina gelek nîqaşan. Civîna Munîhê jî weke Lutkeya Davosê, bi îtirafên ketina pêvajoya hilweşînê ya pergala kapîtalîst derbas bû. Pergala kapîtalîst a kurewî ketiye pêvajoya hilweşînê. Heta niha her dem hêzên ji derveyî vê pergalê, diyar kiribûn ku pergal nameşe lê niha hêzên ku aqil û ruhê vê pergalê ne, vê yekê tînin ziman. Divê mirov behsa nediyariyeke mezin a ku li ser cîhana me serdest e bike. Di axaftinên rayedarên dewletê yên tevlî civîna Munîhê bûn de tiştên ku bal hatin kişandin ev bûn; em di serdemek ku pergala xwe dispêre rêbazên navneteweyî, bi halê xwe yê orjînal nîn e de dijîn. Di serdema ku reqabeta dijminane û têkiliyên li ser hêzê hene de.
Pergala kapîtalîst û berjewendiyên navneteweyî
Pergala kapîtalîst tenê neriziye, hilweşiya ye, pergala cîhanê tune ye hilweşîn heye. Dewleten Rojava di ferqa vê hilweşînê de ne û hewl didin bi paş bixin lê hinek hêzên li derên din ên cîhanê di ferqa vê hilweşînê de nîn in. Haya wan jê tune ye ku ew ê jî di bin xirbeyên vê pergala hilweşiyayî de bimînin.
Welatên Rojava îtirza xwe herî zêde li dijî polîtîkayên DYE’yê anîn ziman. Hêzên Rojavayî bi peyamên ku dan, dirûşma ‘Ewropaya serbixwe, Ewropaya bi hêz e’ derxistin pêş. Diyar kirin ku ew naxwazin bi destên DYY’yê bikevin bin parastinê, ji DYE’yê xwestin ku bi feraseta mutefîkên wekhev tevbigere.
DYE’yê di şerê Ukrayna-Rûsyayê ku wî bi xwe da destpêkirin de tenê aliyê Rûsyayê qels nekir, herî kêm bi qasî wê, polîtîkayên xweser û stratejîk ên ku welatên YE’yê bi salan e girêdayî wan bûn jî qels kir. DYE bi hemû hêza xwe, dixwaze YE û Rûsyayê bikşîne nava pêvajoyeke şer. Rûsya her çendî dem bi dem balê bikşîne ser vê lîstikê jî; welatên rojava gav bi gav ber bi vî şerî ve tên kişandin. Butçeya ku welatên Ewropayê ji bo parastin û çekan veqetandine vê yekê nîşan dide. Xeterên weke yên ji ber şerê Hîbrît çêbûn, pêşketinên di warê teknolojî û îstîxbaratê de, êrîşên sîber, bi awayê bê kontrola bikaranîna zekaya çêkirî, aboriya ku rawestiyaye, guherînên hewayî yên ku her diçe zêde dibin, otorîterbûna ku zêde dibe, mijarên weke xizanî û newekheviyê jî di rojevê de cihê xwe digrin.
Li cîhana me desthilatdarî, ji bo ku desthilatdariya xwe mayînde bikin, şeran derdixin. Armanca sereke ya hêzên hegemon tu carî parastina aştî ewlehî, tendirustî û mafên gelan nebûye. Ne pirsgirêka hawirdorê, ekolojîk di xema wan de ye ne jî maf û azadî. Rojeva wan tenê ‘berjewendiyên ji bo xwe pîroz dibînin” e. Rojeva wan a sereke parastina vê yekê. Tişta ku dibe para jinan û gelan jî jiyana di nava krîzên hêzên hegemon de ye.
Şerê li dijî Kurdan: Siyaseta perçe bike birêve bibe
Li Rojhilata Navîn ku weke dilê cîhanê tê binavkirin, di meha Sibatê de pêşketinên girîng çêbûn. Me li welatê xwe Kurdistan ku rasterast ji wan pêşketinan bi bandor bû, şahidî ji pêşketinên dîrokî re kir. 5’ê Çileyê li Helebê êrîşên ku li ser taxên Kurdan çêbûn, di çend rojan de belavî herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Van êrîşên ku bandorên mezin çêkirin, gelê me û hemû dostên me li cîhanê rakir ser lingan. Li ser pêvajoya şerê li Sûriyeyê qewimî gelek tişt hatin gotin û nivîsandin. Reqsa Trump a bi Colanî re mixabin ji bo jinan û gelan nebû wesîleya pêşketinên bi xêr dê nebe jî. Rêveberiya HTŞ’ê li Sûriyeyê hat tehkîmkirin. Iraq û Sûriye hatin dûrxistin. Beriya çend salan çawa ku li Efganistanê Talîbanê anîn ser desthilatdariyê, li Sûriyeyê jî xeta Sunî bi rêxistin kirin. Bi vî awayî modela îslama sunî hat pejirandin. HTŞ’a ku îcazeta hêzên hegemon girt, xuyaye li herêmê ji bo şerên qirêj tê amadekirin. Jixwe beriya çend rojan di civîna koalîsyonê ya li Riyadê hat lidarxistin de qet behsa QSD’ê û hêzên Pêşmerge yên bi DAIŞ’ê re şer kirin nehat kirin, dijberî wê rola Sûriye û Iraqê ya di koalîsyonê de ji nû ve hat pênasekirin. HTŞ’a ku berê wê dan Kurdan, careke din xwestin wan bikin hedefa jeopolîtkaya qirêj lê gelê Kurd li her derê ji bo parastina destkeftiyên xwe têkoşîna xwe meşand. Rêber Apo got; ‘şerê ‘QSD- HTŞ’ê- şerê parç bike bi rêve bibe ye.’ Brîtanyaya ku dijminê Kurdan e careke din ket dewrê. Hêzên rojavayî yên ku Rojhilata Navîn wekî qada xwe ya lîstikê bi kar tînin, dixwazin herêmê, li ser xeta selefîst sunî dîzayn bikin. Xeta HTŞ- Talîbanê, bi dijminahiya li dijî jinan, dijminahiya maf û azadiyê û feraseta xwe ya dijminane xwedî potansiyelê ne ku dikarin herêmê bi sedan salan bi başve bibin. Li Efganistanê Talîban li ber çavan e, îcar di ser de jî Colanî anîn. Li Rojhilata Navîn forma nû ya dewletê ku bi hêzên radîkal cîhadîst çêbûye ji bo hemû mirovahî û cîhanê gelek bi xeter e.
Pergala azadiyê ya xwe dispêre jinan û têkoşîna jinan
Bi taybetî ji bo jinan xeter pir zêde ye. Pergala azadiyê ya xwe dispêre jinan, di xwe li Rojava bi rêxistin kir. Tişta ku tê xwestin ew ku li cihê pergala jinan, avakirina pergala mêrîtiya ku veguheriye cinawiran e. Bi kurtasî divê mirov bibêje ku pêvajoyeke nû dest pê kiriye û dê herî zêde bandorê li Kurdan bike. Rêbertî di parêznameyên xwe de dema ku feraseta kapîtalîst pênase dikir, van rojan didît. Şîrket cîhanê birêve dibin. Pergaleke cîhanê ya ku xwe dispêre berjewendiyên çend şirketan û dimeşe heye. Berê berjewendiyên netew dewletan hebûn, niha di asta cîhanî de rêvebirina ji bo berjewendiyên şirketan heye. Ev feraset dê bi ser bikeve? Bersiva vê girêdayî têkoşîna gelan e. Rêbertî di manîfestoyê de behsa kujerê kastîk, civaka komunal û têkoşînê kir. Tişta di roja me de tê jiyîn şer û têkoşîna di navbera van herdu ferasetan de ye.
Versiyonên roja me yên kujerên kastîk
Di nava atmosfera siyasetê ya ewqas bi bahoz û hejiyayî de, di eniya jinan de em bûn şahidên pêşketinên girîng. Li Efganistanê Talîban bi zagona ku kiriye meriyetê şîdeta li dijî jinan hat meşrûkirin.
Li Sûdanê nûçeyên jinên ku bi kevirkirinê hatin kuştin, dosyayên sûc ên Jeffrey Epstein ên ku bi rojane di rojevê de ne, bûne îtirafa pergala desthilatdariya mêr.
Çend hovên ku bûne xwedî hêza desthilatdarî û sermayeyê, bi hovîtiya ku li ser bedena jin û zarokan dikin; rûyê zalim ê desthilatdariyên baviksalar deşîfre kir. Versiyona roja me ya mêrên nêçîrvanên serdemên destpêkê koma J. Epstein, pergala kastîk bi xwe ye. Bi salan tevî ku ji aliyê pergalê ve diaht zanîn jî dosyayên J. Epstein bi taybetî di vê pêvajoyê de hat deşîfrekirin. Mirov nikare fam bike ka pergala hegemon bi çi hesabê di demek wiha de deşîfre kir lê xuyaye ku dê di demek nêz de were famkirin. Vê hovîtiya ku wijdanê mirov radike ser lingan, muyê kesên ku dibêjin em mirov in radike, piştî ku hat bihîstin û parvekirin diviyabû bi îtirazeke mezin a civakî rastî îtiraz û lêpirsînê bihata û ji hemû kiryaran hesab bihata xwestin. Berteka li dijî vê rewşa ku divê mirovahî tu carî nepejirîne û razî nebe, mixabin pir kêm bû.
Divê em ji lêpirsînkirina vê pergala hovane dest pê bikin
Xespkirina mafan a ji aliyê pergala baviksalar ve, xespkirina îradeyê ger ewqas kûr nebûya dosyayên Epstein ên hatin deşîfrekirin, di serî de jin dê mirovahiyê qiyametê rakira. Ev mijar ji skandaleke mezin pir wêdetir e. Têkiliyên sermayeyê yên ku bi torên hêzê yên desthilatdariya mêr re bûye yek, qada hiqûqê jî kiriye qada taybet a mêr.
Wekî ku tê dîtin torên desthilatdariya mêr kiryar diparêzin, îfadeyên mexdûran bê nirx dike û nahêle werin dîtin. Rast e şîdet di hemû pergalên baviksalar de diyardeyeke pergalî ye. Îro bûyera J. Epstein weke pedofilî nîşandan, kêm e. Ev rewş bûyereke munferît nîn e, nabe ku tenê weke skandalek were şîrovekirin. Ger wiha were dîtin dê têkiliyên mêrane û hêzê yên ku cinawirî ne, veşartî bimînin. Divê em jin bi lêpirsînkirina vê pergala hovîtiya mezin dest pê bikin lewre dosyaya J. Epstein wêneyê xirabûya mêrane ya rêxistinbûyî ye. Rastiya dîrokî ya ku jê re dibêjin mirovxwirî, hovîtî bi şebekeya sûc a Epstein derketiye hole. Em mînakên pergala desthilatariya mêr a ku bi sermaye û hêzê re bûye yek û xirabiya ku çêdike, her dem li her derê cîhanê dibînin û dijîn. Heta ku vê pergala mêr a dibe sedema hovîtiyê, neyê hedefgirtin, guhertin, her tişa ku deşîfre bibe dê tenê bibe rojev û pergal li cihê xwe bimîne.
Girava sûc a Epstein pergala kapîtalîst bi xwe ye
Piştî dosyayên Epstein ên ku hatin eşkerekirin, gelek daxuyaniyên ku bûyerê bi gotinên ‘pedofîlî’ îzah dikin hatin dayîn. Tişta ku hatiye jiyîn mînakeke îstîsnayî ya pergala desthilatariya mêr nîn e. Girava sûc Epstein pergala kapîtalîst bi xwe ye. Tişta ku Epstein bi ser xistiye, berfirehkirina cîhana fantezî ya mêrê jirêderketî û pergalbûna li mekaneke girtî ye.
Li Tirkiyeyê bûyerên tacîz û tecawizê yên di nava terîqet û cemaetan de çêbûn kêmî vê yekê nîn in. Beriya çend salan li Weqfa Ensar 45 zarok rastî destdirejiyê nehatibûn? Em dikarin gelek mînakan bidin. Hebûna desthilatdariya nêr, pergal, feraset, van kujerên kastîk çêdike û zêde dike. Ji ber wê jin divê zêdetir xwe bi rêxistin bikin, bi awayê radîkaltir têbikoşin, hebûn û nasnameya xwe biparêzin. Li dijî vê pergala kujerê kastîk ger em hemû rojên xwe bi têkoşîna rêxistinkirî derbas nekin û nebin bersiv; em ê ji hedefa wan rizgar nebin. Mêrîtiya kujer, tecawizkar a ku rûyê xwe bi her cure rûpoşê digre, bi rê rêbazên cuda derdikeve pêşiya me. Her çendî J. Epstein lûtkeya vê yekê be jî mêrîtiya ku li her derê li dijî jinan mêtinkarî, newekhevî û şîdetê dike, perçeyek ji Epsteinê di xwe de digre. Divê jin bi vê zanînê bijîn, bixebitin, xwe bi rêxistin bikin û bi awayê rêxistinkirî xwe biparêzin. A herî girîng jî ew e ku divê statuya jinan bigihîje temînata zagonî.
Divê em mafên jinan, hiqûqa jinan, azadiya jinan bînin asta rêbaza jiyanê ya mutleq. Bi kurtasî divê em li her derê zêdetir statuya jinan biparêzin. Li her der û mekan divê em pergala civakî ya ku mafên jinan nas dike, înkar nake, wan dibîne bigrin rojeva xwe. Statuya jinan li cihên bi şer û pevçûn, di nava şerên cîhanê de divê bibe mijara ku rêxistinên jinan kêliyek jî ji bîr nekin û li ser bisekinin be.