Li girtîgehên Tehranê girtî bi darê zorê tên xebitandin
Navenda Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê derbarê şert û mercên giran ên li girtîgehên rejîma Îranê de raporek parvekir û diyar kir ku beşek ji girtiyên li Girtîgeha Tehranê dimînin bi darê zorê di sektorên çandinî û pîşesaziyê de tên xebitandin.
Navenda Nûçeyan – Navenda Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê têkildarî rewşa dijwar a li girtîgehên rejîma Îranê, raporek belav kir. Di raporê de hat diyarkirin ku beşek ji girtiyên li girtîgeha Tehranê tên girtin ji aliyê desthilata Îranê ve bi darê zorê di sektorê çandinî û pîşesaziyê de tên xebitandin.
‘Girtî di girtîgehên Îranê de bi darê zorê û wekî hêza karker a erzan tên xebitandin’
Raporê destnîşan kir ku Komelgeha Çandinî û Pîşesazî ya Fedek ya ku li parêzgeha Tehranê ye, zêdetirî hezar û 500 hektar zeviyên çandiniyê, baxên zeytûnê, xwedîkirina lawiran, xwedîkirina hêştiran û kargehên pîşesaziyê di destê xwe de digire.
Di raporê de hat ragihandin ku ev der bi tevahî bi hêza karkerên girtiyên cezakirî tê birêvebirin, her wiha girtî ji mafên xwe yên sîgortayê, ewlehiya pîşeyî û heqdestê wekhev bêpar in ku ev tenê wekî hêza karker a erzan ji bo bazirganiya yekalî tê bikaranîn.
‘Karkirina girtiyan ji bo saziyên desthilatê qezenceke darayî ye’
Her wiha rapora rêxistinê balkişand ku bikaranîna girtiyan di karê bi zorê de bûye sedema ji holê rakirina lêçûnên sîgortayê, kêmkirina erkên xwediyê kar û bilindbûna qezenca darayî yê saziyên ser bi deshilatê re.
‘Karê girtiyan li girtîgehan bibe amûrek ji bo çewisandina mirovan’
Hêjayî bibîrxistiyêye ku rêxistinên mafên mirovan hişyariyê didin ku hiştina girtiyan di nav şert û mercên neheq ên karkirinê de, dijberiya eşkere ya peymanên Rêxistina Navdewletî ya Kar (ILO) û prensîbên navdewletî yên Nelson Mandela ye. Di van peymanan de tê diyarkirin ku nabe karê girtiyan li girtîgehan bibe amûrek ji bo çewisandina mirovan û komkirina qezenca darayî ji bo xwediyên karan.