Vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê li gelek welatan bû sedema rabûna jinan
Li navendên weke London, Bern, Parîs û gelek deverên cuda jin ji bo piştevaniya jinên Tirkiyê û vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê rabûn.
Navenda Nûçeyan – Di vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê de yekgirtina jinan û têkoşîna hevbeş hîn zêdetir şînber derket holê. Li hemberî biriyarê rabûn tenê bi jinên Tirkiyê re sînor nema di serî de Elmanya, Îngilistan, Swîsre, Îtalya û gelek welatan jin daketin qadan, piştevaniya jinên Tirkiyê kirin û bi çalakiyan vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê şermezar kirin.
LONDON
Li paytexta Îngilistan Londonê, endamên Platforma Piştevaniya Jinê li ber Pirtûkxaneya Wood Greenê li hev civiyan û çalakiyeke şermezarkirinê lidar xistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bimire faşîzm", "Eger jin azad bibe wê cîhan ji şûna xwe bileqe" hatin qîrîn. Jinan nerazîbûn nîşanî desthilatdariya AKP-MHP'ê da û vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê şermezar kirin.
BERN
Li paytexta Swîsre Bernê, bi beşdariya endamên Meclîsa Jinê ya Mizgîn, Platforma Jinê ya Partiya Rizgariya Jinûve Sosyalîst û greva Jinê ya Swîsreyê li Bahnhofplatzê mîtîngek hate lidarxistin. Jinan gotin, "Peyman Stenbolê ya me ye" û destnîşan kirin ku wê li qadan bin. Di çalakiyê de ku tim û tim dirûşma "Jin, jiyan, azadî" hate qîrîn, belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin.
ZURICH
Li bajarekî din ê Swîsreyê li Zurichê, pêkhateyên Piştevaniya Jinê ya Ewropayê li qada Staufacherê çalakiyek li dar xistin û vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê şermezar kirin. Di daxuyaniya hevpar de hate gotin, "Desteserkirina îradeya jinê li Tirkiyeyê bêhikum e. Peymana Stenbolê ya me ye, em dest jê bernadin. Em natirsin, bêdeng namînin, serî natewînin. Divê dewleta Tirk tavilê ji vê biryara xwe vegere û hukmên peymanê bi cih bîne." Çalakî bi xwendina belavokên bi zimanê Elmanî bi dawî bû. Li bajarê Baselê jî bi heman armancê çalakî hate lidarxistin.
PARÎS
Li paytexta Fransa Parîsê jin li qada Les Hallesê li hev civiyan û gotin, "Bila Peymana Stenbolê bi cih were anîn." Çalakî bi banga Yekîtiya Jinan a Sosyalîst pêk hat û endamên ACTÎT'ê jî tevlî bûn. Di çalakiyê de her wiha êrişên leşkerî yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin û hate ragihandin ku ew bi jinan re ne ku ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin.
NURNBERG
Li bajarê Nurnbergê yê Elmanyayê vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê hate şermezarkirin. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Denîz Poyraz dest pê kir û bi navê rêxistinên SKB, Yenî Kadin û Komuna Jinê ya Arjîn belavok hatin xwendin. Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû.
MÎLANO
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê Tevgera Jinê ya Non una di meno ku Komîteya Kurd jî di nav de ye li pêşiya Konsolosxaneya Tirk çalakiyek li dar xist û vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê şermezar kir. Di çalakiyê de pankarta bi zimanê Îtalî ya bi navê "Denîz Poyraz şehîda demokrasî û aştiyê ye" hate hildan. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Erdogan faşîst e", "Dewleta terorîst" hatin qîrîn.