UNICEF: Zêdetirî 10 hezar zarokên Yemenê ji ber şer jiyana xwe ji dest dane an seqet mane

Li gorî daneyên UNICEF’ê ji ber tundûtûjîya bi salan a şer zêdetirî 10 hezar zarokên Yemenê jiyana xwe ji dest dane an birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan - Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) derbarê Yemenê de daxuyaniyeke balkêş da. Li gorî daxuyaniya UNICEF’ê ji ber tundûtûjîya bi salan a şer zêdetirî 10 hezar zarok ên Yemenê hatine kuştin an birîndar bûne. Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, di pevçûnên navbera 15'ê Adara 2015'an û 30'ê Îlona îsal de bi giştî 3 hezar û 455 zarokan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 6 hezar û 600 zarok jî birîndar bûne.
Berdevkê UNICEF'ê James Elder ji rojnamevanan re got ku ev hejmar texmînên ku ji hêla dezgehên ragihandinê yên navneteweyî ve hatine piştrastkirine, dibe ku hejmara rastî ji vê zêdetire jî.