UNICEF: Herî zêde zarok ji krîza avhewayê bandor dibin

Li gorî rapora ku UNICEF weşandiye li seranserê cîhanê 1.8 mîlyar zarok di xetereya ziwabûnê de ne û 1.2 mîlyar zarok jî di xetereya germahiya zêde de ne.

Navenda Nûçeyan – Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) raporek nû weşand û diyar kir ku bandora guherîna avhewayê li ser zarokan li seranserê cîhanê her ku diçe girantir dibe. Li gorî raporê, zarok li seranserê cûrbecûr deveran, ji ewlehiya xwarinê bigire heya gihîştina xizmetên bingehîn, bi xetereyên zêde re rû bi rû ne.

UNICEF ragihand ku hema hema hemî zarokên li seranserê cîhanê bi kêmî ve yek gefê têkildarî avhewayê re rû bi rû ne, 1.8 mîlyar zarok di xetereya ziwabûnê de ne û 1.2 mîlyar zarok jî di xetereya germahiya zêde de ne. Raport tekez dike ku zarok bi awayekî nehevseng ji krîza avhewayê bandor dibin û tekez dike ku pêwîst e hikûmet gavên lezgîn di warên wekî veberhênana binesaziyê, zêdekirina kapasîteya adaptasyonê û rêveberiya karesatan de bavêjin.

Newekhevîya gerdûnî

Lêkolîn, destnîşan dike ku xetereyên avhewayê ne tenê bi bûyerên hewayê yên dijwar ve sînordar in, dibêje ku qirêjiya hewayê û nexweşiyên ku ji mêşan çêdibin ên wekî malarya jî tenduristiya zarokan bi giranî tehdît dikin. Her wiha balkîşand li ser newekheviyên gerdûnî di gihîştina ava paqij, lênihêrîna tenduristiyê û xizmetên civakî de jî.  

1.1 milyar zarok sê xetereyên avhewayê yên cuda bandor dibin

Li gorî daneyên UNICEFê, 1.1 milyar zarok di heman demê de ji aliyê herî kêm sê xetereyên avhewayê yên cuda ve bandor dibin. Raport her wiha diyar dike ku 662 milyon zarok rastî bahozên tropîkal, 337 milyon rastî lehiyên çeman û 33 milyon rastî lehiyên peravê tên.

Nêzîkî 1 milyar zarok di xetereya malaryayê de ne, ku piraniya wan li Afrîkayê dijîn. Wekî din, rapor destnîşan dike ku di sala 2024an de, 242 milyon zarok li 85 welatan ji ber sedemên têkildarî avhewayê neçar man ku perwerdehiya xwe qut bikin.

'Gelek faktorên rîskê hene'

Rêvebirê Statîstîkê yê UNICEF’ê Rohini Sampurnam Swaminathan tekez kir ku zarok ne tenê bi karesatên takekesî, lê di heman demê de bi gelek faktorên rîskê re jî rû bi rû dimînin. Di raporê de Somalî, Madagaskar, Myanmar, Kamboçya û Pakistan di nav welatên ku ji bo zarokan di xetereya herî bilind de ne de cih girtin. Her wiha hate destnîşankirin ku zarokên ku li aboriyên çandiniyê yên wekî Bangladeş, Endonezya, Nîjerya, Pakistan û Tanzanya dijîn, ji gefa ziwabûnê bêtir bandor dibin.