UNICEF’ê ji bo zarokên li herêma erdhejê banga piştevaniyê kir

UNICEF'ê diyar kir ku piştî erdheja 6'ê Sibatê pêdiviya zarokan li Tirkiye û Sûriyeyê bi piştevaniya bênavber heye û hişyarî da ku zarok bi xetera tundî, zewaca bi darê zorê, destberdana ji dibistanê û xebitandina bi darê zorê re rûbirû ne.

Navenda Nûçeyan- Di ser erdhejên 6’ê Sibatê yên li Tirkiye û Sûriyeyê bû sedema hilweşandinek mezin re 100 roj derbas bûn. Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) têkildarî rewşa herêmên erdhejê daxuyaniyek da.

'Pêdivî bi piştgiriya domdar heye’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku piştî erdhejê zarokên li her du welatan windahiyek û xemgîniyek ku nayê xeyalkirin jiyane û wiha hat gotin: “Erdhej li herêmên ku gelek malbat di rewşa bêparastin de dijîn pêk hat. Zarokan malbat û hezkiriyên xwe winda kirin. Jiyana zarokên ku malên wan hilweşiyan, dibistan û hawirdora ku lê dijîn zirar dîtin, serobin bû. Riya başbûnê dirêj e û malbat her dem hewceyên piştgiriya me ne.”

'Ger pêdiviya bênavber neyê misogerkirin dê xizanî zêdetir bibe'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku erdhejê bandor li cihên ku rêjeya xizaniyê lê zêde ye kiriye û wiha hat gotin: "Malbatên li herêmê ji sedî 40 di bin sînorê xizaniyê de dijîn, li seranserê welat ev rêje ji sedî 32 bû. Ger alîkariya pere û xizmetên perwerdeyê jî di nav de piştgiriya herêmî û navneteweyî ya bênavber nayê misogerkirin, dibe ku ev hejmar ji sedî 50 derbas bike.”

'Zarok bi metirsiya zewaca bi darê zorê û tundiyê re rû bi rû ne'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zarokên li vê herêmê bi xetereyên wek tundî, zewaca bi darê zorê, destberdana ji dibistanê yan jî xebata bi darê zorê re rû bi rû ne û hat bibîrxistin ku ji ber erdhejê zêdetirî 350 hezar zarokên penaber û koçber bi bandor bûne.

'Divê ji bo pêdiviya alîkariya 3 milyon zarokan plana mudaxeleya lezgîn were pêkanîn'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê ji bo pêdiviyên alîkariyê yên nêzî 3 milyon zarokên ku ji ber erdheja li Sûriyeyê mexdûr bûne bên bicihanîn, ji bo pêkanîna plana bersivdayîna lezgîn a ji bo erdhejê alîkariya 172,7 milyon dolar bê kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta Îro 78,1 milyon dolar hatiye berhevkirin û di warê girîng wekî xurek, tenduristî û perwerdeyê de hê jî kêmasiyên cidî hene.