UNICEF: 150 milyon zarok bê nasname dijîn
UNICEF’ê diyar kir ku li gorî daneyên sala 2019’an rêjeya nifûsa zarokên ku qeyda wan a welidînê hatiye kirin ji sedî 75 e, di rapora dawî ya 2024’an de ev rêje gihîştiye ji sedî 77’an, li cîhanê 150 milyon zarok bê nasname dijîn.
Navenda Nûçeyan- Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) rapora ‘Di qeydên welidînê de asta kûrewî, perwerde û destpêkirina jiyanê’ eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku tevî di nava 5 salên dawî de di qeydkirina welidîna zarokan de rêje zêde bûye jî li tevahî cîhanê 150 milyon zarok bê nasname ne û weke ‘nedîtî’ dijîn.
Di raporê de hat destnîşankirin ku di nava 5 salên dawî de zêdeyî 500 milyon zarokên di bin temenê 5 salî de qeydên zagonî yên nufûsê hatine kirin, li giştî cîhanê hema bibêje ji her 10 zarokan 8 hatine qeydkirin û ev zêdebûnek cidî ye. Di raporê de wiha hat gotin: “Di salên dawî de her çendî pêşketinên gelek girîng çêbibin jî li giştî dinyayê 150 milyon zarok weke nedîtî dijîn.”
Di rapor ku di 11’ê kanûnê roja damezarandin 78. a UNICEF’ê de hat weşandin de, hat diyarkirin ku li gorî daneyên sala 2019’an rêjeya zarokên hatin qeydkirin ji sedî 75’e, di rapora sala 2024’an de ev rêje gihîştiye ji sedî 77’an.
Ji 10 zarokan 2 ne qeydkirî ne
Di raporê de ev tişt hat gotin: “Tevî ku ev zêdebûna rêjeyê gihîştiye ji sedî 77’an, 150 milyon zarokên di bin temenê 5 salî de, yan jî ji her 10 zarokan 2 jê hê nehatine qeydkirin û di sîstemên dewletê de nayên dîtin. Di heman demê de hat tesbîtkirin ku zêdeyî 50 milyon zarok ne xwedî belgeya welidînê ne.”
Di raporê de hat destnîşankirin ku rêjeya qeydên zarokên hatine dinyayê li Emerîkaya Latîn û Karayîpê ji sedî 95, li Rojhilat û Başûr û Rojhilatê Asya ji sedî 94, li Başûr û Navenda Asyayê jî gihîştiye asta ji sedî 76’an. Li Efrîqayê ev rêje ji sedî 51 maye. Zêdetirî nîvê li giştî dinyayê zarokên ne qeydkirî pêk tê ji vana 90 milyon zarokên li herêmên bin Sahra a Efrîqayê dimînin.