SOHR: Zêdebûna bûyerên sûc û kuştinê fikaran zêdetir dike

Li Sûriyeyê bi zêdebûna êrîş û sûcan re rewşa ewlehiyê her diçe xirabtir dibe. Li gorî amarên ku ji destpêka salê ve hatine tomarkirin, bi sedan bûyerên kuştinê qewimîne û bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Gelê Sûriyeyê, bi zêdebûna êrîşên çekdarî û çalakiyên sûc re rûbirû ye. Ev yek rewşa ewlehiyê lawaztir dike û zexta li ser civakên herêmî li seranserê welat zêde dike.

Zêdebûna bûyerên sûc û kuştinê

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê piştrast kir ku her diçe bûyerên sûc û kuştinê zêdetir dibin. Her wiha hat ragihandin ku di rojek de gelek êrîş li dijî mêr, jin û zarokan hatine kirin; di nav de lêdan û êrîşên bi çekan hene.

Fikarên li ser ewlehiya sivîlan

Çavdêriyê destnîşan kir ku zêdebûn û cihêrengiya van bûyeran gefê li ewlehiya sivîlan dixwe. Daneyên çavdêriyê nîşan didin ku ji destpêka vê salê ve bi sedan bûyerên sûc û kuştinê hatine tomarkirin.

Di 17’ê Îlonê de, zêdebûna berbiçav di çalakiyên sûc de wekî kuştin û êrîşên çekdarî yên dibin sedema mirin û birîndarbûnê li herêmên cuda yên Sûriyeyê hat dîtin. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê dide zanîn ku li parêzgehên cuda bûyer tên belgekirin.

Daneyên dawî

Daneyên çavdêriyê nîşan didin ku sûc bi rengekî metirsîdar berdewam dikin, bandorê li mêr, jin û zarokan dikin û belavbûna erdnîgarî ya tundiyê derdixin holê. Li gorî daneyên ku ji destpêka vê salê ve hatine belgekirin, hejmara sûc û kuştina qeydkirî gihîştiye 369’an ku di encamê de 403 kes hatine kuştin. Ev yek nîşan dide ku xeterên li ser ewlehiya sivîlan zêde dibin û rewşa bêaramiyê xirabtir dibe.