UNFPA: Li Yemenê ji sedî 19’ê keçikan bi sinetkirinê re rûbirû dimînin
Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî UNFPA eşekre kir ku li Yemenê ji sedî 19’ê keçikan bi kiryara sinetkirina jinan re rûbirû dimînin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250210-20250210-20220630-532-jpgecafb9-image-jpgf59f56-image-jpg3aa904-image.jpg)
Yemen – Sinetkirina jinan an jî kuştinên jinan ku herî zêde jinên ciwan an jî zarokên ku nû hatine dinyayê pê re rûbirû dimînin, didome. Kiryara sinetkirina jinan tevî ku binpêkirineke giran a mafên mirovan û yek ji cureyên tundiyê ye jî, li gelek dewletan belav bûye.
'Ji sedî 19’ê keçikan rastî kiryara sinetkirinê tên'
Ji ber vê yekê jî 6’ê Sibatê wek ‘Roja Bêtoleransiya Sinetkirina Jinan’ hatiye îlankirin. Fona Nifûsan a Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) di 9’ê Sibatê de bi vê sedemê raporek nû li ser berdewamiya sinetkirina jinan a li Yemenê weşand. UNFPA’yê diyar kir ku nêzî ji sedî 19’ê jinên ciwan rastî vê kiryarê tên.
Ji her 5 jinan yek hatiye sinetkirin
Di raporê de hat gotin ku bi taybetî li herêmên beravê û başûr rojavayê herêmê ev diyarde rû didin. Raporê eşkere kir ku ji her pênc jinên di navber 15-49 salî de ne yek, rastî sinetkirinê hatiye. Ev jî gelek caran bi destên kesên zana tên kirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku ev bi salan e li Yemenê pevçûn didomin û di encamê de xizmetên tenduristiyê kêm bûne. Raporê da zanîn ku metirsiya zêdebûna aloziyan, ji ber vê kiryarê zêdetir dike.
'Sinetkirina jinan kiryara herî hovane ye'
Di raporê de UNFPA’yê sinetkirina jinan a li Yemenê wek kiryarek hovane pênase kir û wiha got: “Tevî bandorên wê yên wêranker ên li ser beden û derûniya jinan jî, ev kiryar berdewam e. Doamandina vê kiryarê, ji pîvanên civakê, zextên civakê, tirs û nebûna qanûnî tê. Şerê li dijî sinetkirina jinan a li Yemenê, bi dawî nebûye. Em bang li torên li ser herêmê dixebitin dikin. Bila dengê jinan û zexta ji bo guherînên di siyasetên netewî de ji bo parastina komên herî xeternak, bilind bikin.”
'Divê mafên zarokan bên parastin'
UNFPA di dawiya rapora xwe de banga rawestandina vê kiryarê li Yemenê kir û wiha got: “Divê pêşeroja jinên ciwan bê parastin. Her wiha nabe ku tu jinên ciwan bêdengiyê di êş û azara wendakirina zarokê xwe de nekişîne. Dema şikandina vê dorpêçê û guhdarkirina li qêrînên bêdeng hatiye. Pêwîst e ku li Yemenê mafên zarokan bên parastin.