Jinek hate qetilkirin, jinek bi awayek guman jiyana xwe ji dest da

Cenazeye Dudu Yilmaz li Îzmirê li pansiyona ku ev sê roj bû lê dimîne bi awayek qetilkirin hate dîtin. Li Rihayê Ayşegul Irmak ji bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyê tenê li gora danyên ketine çapemeniyê, di meha Gulanê de 40 jin ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin. Mirina 22 jinan bi awayek guman hate dîtin.

Nûçeya herî dawî îro ji Îzmirê hat. Li navçeya Ûrlayê cenazeyê Dûdû Yilmaz a 21 salî li pansiyona ku 3 roj bûn lê dima hate dîtin. Dûdû Yilmaz a ku 3 roj berê li navçeya Ûrla ya Îzmîrê li pansiyonekê bi cih bûbû û ji hevjînê wê R.Y. agahî nehatin wergirtin. Bi gilîkirina xebatkarên pansiyonê, polîsan cenazeyê Dûdû Yilmaz bi awayekî qetilkirî dîtin. Her wiha derbarê hevjînê wê R.Y. de jî agahî nehat wergirtin. Cenazeyê Yilmaz piştî lêkolîna ji aliyê dozger ve hate kirin, birin morga Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.

Mirina bi guman

Li taxa Meydan ya girêdayî navçeya Birecuk ya Riha Ayşegul Îrmak ya 20 salî li mala xwe bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdaekirin ku Ayşegul Irmak berbi intiharê ve hatiye xirigandin, derbarê mirin abi gumdan de lêkolîn hate destpêkirin.  Cenazeyê Ayşegulê şandin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.