Tulay Hatimogullari serdana Şaredariya Şemrexê kir

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari serdana cejnê ya Şaredariya Şemrexê ya Mêrdînê kir.

Navenda Nûçeyan-Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Parti) Tulay Hatimogullari, serdana Şaredariya Şemrexê ya Mêrdînê kir. Parlamentera Erziromê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera Mêrdînê Salîha Aydenîz, Bêrîtan Guneş Altin, Kamuran Tanhan, George Aslan û hevserokên bajarê Mêrdînê yên DEM Partiyê li serdanê amade bûn. 

Tulay Hatimogullari û heyeta pê re li ber derî ji aliyê Hevşaredarên Şemrexê Kudret Uçuk û Hamdîn Demîr û endamên partiyê ve hatin pêşwazîkirin. Tulay Hatimogullari ku cejna hevşaredar û endamên partiyê pîroz kir, diyar kir ku ew dixwazin li Tirkiye û hemû herêmê bi rêveberiyeke demokratîk bi rêve bibin û got: "Tiştê ku em bi israr ji hevşaredar û endamên meclîsê dixwazin xizmeta bajêr e. Li gel bernameya xebatê ya lezgîn a ku divê şaredarî pêk bîne, divê bernameya xebatê ya navîn û demdirêj jî bi awayekî plankirî bê meşandin."

Bernameya Tulay Hatimogullari û heyeta pê re ku piştî cejnê ji çapemeniyê re girtî civînek li dar xist. Dê Tulay bi heyeta pê re piştre derbasî Şaredariya Dêrikê bibe.