Tulay Hatîmogullari: Kesên ku Kurdan tune dihesibînin em jî wan tune dihesibînin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, li Bazarcix û Dîgorê tevlî vekirina buroyên hilbijartinê yên partiya xwe bû, got: “Em soz didin em ê kesên ku mafên jiyanê yên Kurdan tune dihesibînin, di 31’ê Adarê de tune bihesibînin.

Navenda Nûçeyan- Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari li bajaroka Bazarcix û navçeya Dîgora Qersê buroyên hilbijartinê vekirin. Tulay Hatîmogullari ya hat bajaroka Bazarcixê, ji aliyê gel ve di ketina bajarok de hat pêşwazîkirin. Tulay Hatîmogullari ya bi stran û îşaretên serkeftinê gihîşt qada ku buro lê were vekirin, li vir ji aliyê jinan ve bi çepik, tilîlî û îşaretên serkeftinê hat silavkirin. Tulay Hatîmogullari di vekirina buroyê de jin û zarokan yek bi yek hembêz kirin. Serokwekîla Koma Meclisê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenterê Îdirê Yilmaz Hûn, namzedên hevşaredariyê yên Qersê Arzu Savaş Derman û Kenan Karahanci jî tevli vekirina buroyê bûn.

Em ê bi hev re biryaran bigrin’

Tulay Hatîmogullari li wê derê axivî, wiha got: “Em ê bi gelê xwe yê hêja re bi ciwanan û jinan re bi rê ve bibin. Meclisên me yên şaredariyê dê zelal bin. Her kes dê were meclisa me ya şaredariyê û civînên me bişopîne. Meclisa me dê bi gelê me re qedera me diyar bike. Em ê bi hev re biryaran bigrin. DEM Partî hêviya jinan û ciwanan e. DEM Partî, partiya kesên dibêjin ‘Jin jiyan azadî’ ye. Em ê li vir maleke ku em neçinê û destekî ku em negrin nehêlin. Em ê derî bi derî bigerin. Em ê bi taybetî biçin mal û malbatên ku heta niha deng nedane me. Divê em yek bi yek vebêjin ku çima divê gelê Kurd xwedî li xwe derkeve, çima divê dengê xwe nede partiyeke din çima dengê xwe nedin AKP’ê. Divê em baş vêbêjin ku em çima dengê xwe nadin kesên ku li Rojava, li Roboskê û li Dîgorê mirovan qetil dikin.”

Piştî Bazarcixê derbasî Dîgorê bû

Gelê bajarok heta ketina bajarok bi Tulay Hatîmogullari û endamên partiyê yên pê re çûn û ew bi îşaretên serkeftinê oxir kirin. Tulay Hatîmogullari piştre derbasî Dîgorê bû, li wê derê jî di ketina navçeyê de hat pêşwazîkirin, bi gel re hat ba hev. Namzedên Hevşaredariyê yên Dîgorê Ulker Ozadîttî û Adem Oyman jî bi Tulay Hatîmogullari re bûn. Tulay Hatîmogullari li wê derê axivî, bal kişand ser komkujiya Dîgorê û anî ziman ku dê careke din destûrê nedin komkujiyeke bi vî awayî. Hatîmogullari wiha dirêjî da axaftina xwe:

“Em bêzar nebûn, em ê bêzar nebin. Silav ji kesên ku beriya me çûn, silav ji kesên xwe fedayî gelê xwe kirine. Silav ji kesên ji bo siberojê li ber xwe didin, silav ji hemû gelan re. Silav ji kesên niha li girtîgehan di çalakiya greva birçîbûnê de ne û ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û ji bo çareseriya meseleya Kurd bi rêbazên demokratîk li ber xwe didin. Silav ji dayikên di Nobeta Edaletê de ne.”

‘Ev dijminê jinan e’

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku AKP’ê şaredarî xesp kirine û wiha lê zêde kir: “Kesên bi feraseta darbekaran bi dest xistin ewilî tabelayên Kurdî rakirin. Xizmeta duzimanî ji holê rakirin. Navê Ehmedê Xanî ji tabelayan ji kolanan rakirin. Em ê rê bidin wan? Ev dijminê jinan e. Li dijî pergala me ya hevserokatiyê û nûnertiya wekhev siyaseteke dijminane meşandin û roja hatina qeyûman a ewil li hemû şaredariyên me muduruyet û serokatiyên daîreyan girtin. Ji yên nehatin girtin re jî zilam tayîn kirin. Hewl dan darbeyê bikin. Em ê weke DEM Partiyê rê bidin van? Na. Em ê di 31’ê Adarê de bi izna Xwedê û xebatên gelê me yê hêja em ê dîsa şaredariyên xwe bigrin. Em ê ji feraseta ku Dîgorê bêav, bê peyarê, bê rê, bê binesazî hiştiye re bibêjin bisekine. Em ê bi destên xwe bi gelê xwe yê hêja re bi hev re li vir peyariyan çêbikin û bajarekî paqij ku her mirov heq dike bi hev re ava bikin.”

‘Em ê saziyên jinan ji nû ve vekin’

Tulay Hatîmogullari axaftina xwe wiha domand: “Li dijî vê feraseta desthilatdar weke DEM Partî em ê werin. Em ê li her taxê yek bi yek çi pirsgirêk hebe, bi şêniyên taxê re bicivin û wan pirsgirêkan çareser bikin. Em ê saziyên me yên jinan ku li gelek bajarên Kurdistanê hatin girtin ji nû ve ava bikin. Karê me yê ewil dê bibe çalakkirina serokatiyên daîreyan ên jin. Em ê navendên şewrê yên jinan ji nû ve ava bikin û ji bo jin bibin xwedî pîşe em ê atolyeyan vekin. Em ê bi kooperatîfbûnê vê li her derê ji berhemên sewalan hilberînên baş û xwezayî bikin.”

‘Em ê xwe jî bajarê xwe jî bi awayekî demokratîk zelal ji nû ve ava bikin’

Tulay Hatîmogullari, anî ziman ku dê li Şaredariya Dîgorê xizmeteke duzimanî bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kurdî ne zimanekî qedexe ye. Em ê feraseta ku dijminatiya Kurdî dike berteref bikin. Em ê li dijî van dizan li şaredariyê budçeya xwe bi xwe çêbikin û bi awayekî herî baş bixin meriyetê. Civînên me yên Meclisa Şaredariyê dê ji gel re vekirî bin. Gel dê were xwe bi xwe birêve bibe. Em vê sozê didin; Em ê kesên ku mafên jiyanê yên Kurdan nas nakin û wan tune dihesibînin, gelan û baweriyan tune dihesibînin di 31’ê Adarê de tune bihesibînin. DEM Partî dê were dewran dê biguhere. DEM Partî dê were dê aştî, demokrasî û wekhevî were. Li dijî kesên ku dixwazin navên jinan ji vî welatî rakin, em ê bi dirûşma jin jiyan azadî werin. Em ê xwe jî bajarê xwe jî bi awayekî demokratîk, zelal ji nû ve ava bikin. Em ê bi hev re ji feraseta qeyûm re ji feraseta desthilatdariyê ya ku bi dek û dolaban tevli hilbijartinê dibe bibêjin bisekine. Em ê vê ji bo kesên me li Rojava winda kirin bikin.”

Tulay Hatîmogullari piştî axaftina xwe derbasî Qaxizmanê bû dê li vir jî bi gel re were ba hev.