Tulay Hatîmogullari: Ew axa axa me ye, ne axa qeyûm e
Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku li her derê dest bi amadekariyên hilbijartinê kirine û wiha got: “Ew axa axa me ye, ne axa qeyûm e. Em bi hev re nîşan bidin ku em ê şitla xwe ya jiyanê çawa deynin û mezin bikin.”
Navenda Nûçeyan – Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari di komcivîna partiya xwe ya Meclisê de têkildarî rojevê nirxandin kirin.
Hatîmogûllari ku bi bîr xistina 4’ê Kanûnê Roja Madenvanan dest bi axaftina xwe kir, anî hezazên madenan weke qeza tên bilêvkirin lê hezaz cînayet in û wiha got: “Gelek birayên me yên madenvan ku ji ber hezazan jiyana xwe ji dest dane hene. Soma hêj weke duh di bîra me de ye. Ev ji bo rant û sermayeyê mirinan paşguh dikin.”
Hatîmogûllari qala êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê kir û diyar kir ku Îsraîl bombebarandina Xezayê û qetilkirina zarokên filistînî didomîne. Hatîmogûllari ya bi gotina “Divê em vî şerî bidin sekinandin” gotinên xwe domandin, bi lêv kir ku divê agirbest demildest were pêkanîn û wiha berdewam kir: “Kesên diaxivin jî vala diaxivin. Binêrin Erdogan got ku ‘Netenyahû weke qesabê Xezayê derbasî dîrokê bû’ û dibêje divê li Laheyê were darizandin. Weke mînak jî Milosevîç dide. Lê ji bîr dike ku mîmarê desthilata ku li Rojava sûcê şer dike ye. Ji bîr dike ku li Rojava çawa gelê kurd û zarokên biçûk hatine qetilkirin. Gelek mirovên ku li Laheyê bên darizandin hene, yek ji wan jî Erdogan e.”
‘Werin em bi hev re li Rojhilata Navîn dara aştiyê deynin’
Hatîmogûllari, bal kişand ser bazirganiya Tirkiyeyê ya bi Îsraîlê re û wiha lê zêde kir: “Hefteya borî partiya me pêşniyaza komê da; pêşniyar kirin ku pirsgirêka Filistînê bixin rojevê, li parlamentoyê komîsyonekê ava bikin û xebatekê bimeşînin. Ev pêşniyaza me bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin. Em ji vir bipirsin; Hûn ji çi direvin? Hûn çima ji avakirina komisyonê an jî ji xebata di parlamentoyê de direvin? Di serî de gelê Filistînê, pirsgirêka kurd a li herêmê ji bo hemû pirsgirêkan werin em destê xwe deynin bin kevirî. Ji bo ku ne kurd, ne ereb, ne tirk ne ecem ne ermen tu welatiyên me li ser erdnîgariya me jiyana xwe ji dest nedin werin em bi hev re li Rojhilata Navîn dara aştiyê deynin.”
Hatîmogûllari, qala xebatên têkildarî hilbijartinên herêmî dane destpêkirin kir û anî ziman ku herêma Çûkûrova ya ku serdana wê kirin bê bêhn hatiye hiştin. Hatîmogûllari bal kişand ser polîtîkayên çandiniyê yên AKP’ê û bi lêv kir ku tevî ku herêm navenda çandiniyê ye jî hilberîne pembû û narenciyeyê hate qedandin. Hatîmogûllari, bal kişand ku AKP şûna herêmê hewl dide li Sûdanê çandiniyê bike û got: “Ev qaşo herêmî û milî ne. Lê ev ne herêmî ne jî milî ne. Binêrin beriya çend salan nêzî milyonek donimê erdî hatiye kirêkirin. Gelek pere dane van deran. Çima? Ji bo çandiniyê bikin. Axa bibereket a Çûkûrovayê hiştin çûn Sûdanê. Tiştek bi dest xistin na. Dîsa pereyên razandin Sûdanê bi alîgirên xwe dane xwarin û rûniştin cihê xwe.”
‘Me erdhejê jibîr nekir’
Hatîmogûllari bal kişand ser cihên ku li herêma erdhejê weke qada rezerv hatin îlankirin û anî ziman ku Erdogan ji bo peşkêşî sermayeya xwe bike, xwedî nêzîkatiyeke ku li ser xwîna mexdurên erdhejê qezenckirina pereyan helal dibîne ye û got: “Me erdhej ji bîr nekir em ê nedin ji bîr kirin, em ê heta dawiyê li rex we bin.”
Hatimogûllari, îşaret li serdanên xwe yên li Kurdistanê kir û gotinên xwe wiha domandin: “Têkildarî pergala qeyûm a perçeyekî Plana Çokdanînê ya gelê kurd me li Pirsûsê ev dît. Gelek qeyûm hatine tayînkirin; weke kolanên bajarok, navçe û bajarên me her der di nava tozê de ye. Rê kolane. Weke ku qeyûmê karmend ê ji aliyê Qesrê ve hatiye tayînkirin ji bo ku ji wî gelî tolê hilîne hatiye peywîrdarkirin. Weke ku peywîra mirovên ku deng nedane wan îşkence bikin dane wan. Dema li Pirsûsê dimeşin toza Çola Sînayê bi rûyê we dikeve.
‘Me di serdana xwe de vîna gelê Pirsûsê ya li dijî qeyûman jî dît’
Lê me di serdana xwe de vîna gelê Pirsûsê ya li dijî qeyûman jî dît. Ne tenê Pirsûs li hemû şaredariyên ku qeyûm hatine tayînkirin, di serî de şaredariyên ku qeyûm tayînkirine, di serî de gelê kurd û gelên li wir dijîn vîna hilweşîna wan dîwarên beton nîşandan. Em soz didin em ê wan betonan perçe perçe bikin.
Yek ji mînaka me di demekî nêzîk de jiyan jî qeyûma tayînî TTB’ê hate kirin bû. Rojên borî bi biryara daraza Qesrê Konseya Navendî ya TTB’ê ji peywîrê hate wergirtin û qeyûm tayînî şûna wê hate kirin. Dema dibêjin TTB feraseta aştiyê ya dibêje ‘Şer pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e’ ye.
Seroka TTB’ê rêzdar Şebnem Korûr Fîncanci di mijara bikaranîna çekên kîmyewî de got ku ‘divê lêkolînên cidî bên kirin’. Şebnem Korûr Fîncanci weke miroveke zanyar ji ber axaftina xwe ya rast hate darizandin. Yek ji mijarên ku TTB pê re rû bi rû maye û jê tê darizandin ev e. Me gelek caran ji vê kursiyê got kul i dijî ciwanên kurd çekên kîmyewî tên bikaranîn. Şûna ku dest ji bikaranîna çekên kîmyewî berdin, kesên ev rastî got tê darizandin. Em li dijî vê gotinekê nabînin ku bibêjin. Em vê feraseta ku tayînkirina qeyûman a li dijî kesên li hemberî wan serî natewînin, saziyên weke daxwaza wan tevnagerin, saziyên pîşeyî ku di xwe de weke heqekê dibîne şermezar dikin. Stajên qeyûman li şaredariyên HDP’ê kirin, niha belavî tevahiya Tirkiyeyê kirin. Ne pêkane ev ferasetê qebûl bikin. Em weke duh îro jî li rex TTB’ê ne.
Berdewama Sûsûrlukê
Pirsgirêkeke din derket holê. Nelirêtiyên fonan. Ez ê bêjim destê kê di berîka kê de ye ne diyar e lê bawer bikin dest jî berîk jî diyar e… Ji bankavanan heta futbolvanan, heta Mehmet Agaran û qesrê trafîkeke dizî û nelirêtiyê ya mezin heye. Bila Trafîka Sûsûrlûkê bê bîra hewe, sêgoşeya dewlet, mafya û siyasetê. Bi mehan ji manşetan neket û gel bi daxwaza em civakeke paqij dixwazin li qadan bû. Ne bêje me li Sûsûrlûkê tenê fragman temaşe kiriye, fîlmê esas niha tê lîstin. Destê hemûyan di berîka gel de ye. Pereyên ev didizin ji berîka me derdikeve.
Serokê Giştî yê AKP’ê dibêje ku em ê bi zemeke bidin mûçeya kêmkirin êm ê vî karî çareser bikin. Ez ji vir ji Erdogan dipirsim; Heke tu ne li Qesrê di nava gel de jiyabûya, ne Serokkomar karkerek bûya, da bi mûçeya kêmtirîn çawa li malbata xwe ya ji çar kesan pêk tê binêrî? Derkev ji gel re bêje. Em bersiva vê pirsê dixwazin. Dema em li kolanên Dîlokê digeriyan jinekê ev tişt ji me re got ‘tu tenê nanê zuha bidî zarok ev mûçeyê kêmtirîn têra nake.’ Hesta bindestan, kedkaran û xizanan vê jina dilokî gelek baş vegot.
‘Em ê li çar aliyê Tirkiyeyê namzet bidin nîşandan’
Ji bo hilbijartinên herêmî bi awayekî zêde serlêdan li partiya me tên kirin û berdewam dike. Me gotibû ku em ê lihevhatina bajar a herî berfireh namzetên xwe diyar bikin. Em weke li her derê dixwazin ku li dijî feraseta mêrsala jin, ciwan û astengdar gavekê derkevin pêş. Em li bendê ne ku bi taybetî serlêdanên jinan, ciwanan û astengdaran zêde bibin. Em ê hemû gel, bawerî, reng û dengên vê civakê li çar aliyê Tirkiyeyê weke namzet bidin nîşandan.
Em ji bo ku li her derê qezenc bikin derdikevin rê. Kesên ji bo şaredariyên herêmê destên xwe diperixînin bila bizanin ku ji wan re ji wê derê nan dernakeve. Gelên me dê li dora partiya xwe wisa bisekinin ku dê qeyûman ji wir wisa derxînin ku ew qeyûm careke din neyên biçin.
‘Ew axa axa me ye, ne axa qeyûm e’
Ew axa axa me ye, ne axa qeyûm e. Em bi hev re nîşan bidin ku em ê şitla xwe ya jiyanê çawa deynin û mezin bikin. Em bi gelê xwe re bi rêxistinên xwe yên navend û navçeyan re bajar bi bajar, navçe bi navçe tax bi tax gund bi gund li qadan in. Ne tenê li Kurdistanê li her derê li qadê ne. Me xebatên xwe dan destpêkirin. Heta ku kesekî ku me destê wî negirtî nemine em ê kolanan bin. Me soz daye gelê xwe ku her tax û kolan bi alên partiyê rengîn bibe û em ê wê sozê bi cih bînin. Li dijî dizen vînê dê vîna gel qezenc bike û gelên me dê di vê hilbijartinê de dîrokeke mezin binivîsin. Em ê bi gelê xwe re hemû dîwarên di 31’ê adarê de li dijî gel hatine danîn perçe perçe bikin. Em ê qeyûmên AKP’ê û MHP’ê bişînin nav qirêjiya wan. Em ji bo tev li rêveberiyên herêmî yên xwe yên bajarên xwe bibin li her devera Tirkiyeyê û Kurdistanê lê dijîn ketine ser rê.”