TTB: Em ê pêvajoya çalakiyê bidin destpêkirin

Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Dr. Nursel Şahîn da zanîn ku zêdebûna mûçeya li ser enflasyonê bê kirin dê civakê xizan bike û diyar kir ku dê bernameya nû ya xizanîkirinê qebûl nekin.

Navenda Nûçeyan - Yekîtiya Tabîbên Tirkiyeyê (TTB), bi daxuyaniya çapemeniya li ber avahiya Morfolojiyê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Enqereyê re bertek nîşanî li Tirkiyeyê şert û mercên kar û zêdebûna mûçeyan a li ser enflasyona ya herî dawî hat ragihandin da.

Daxuyanî ji aliyê Endama Konseya Navendî ya TTB'ê Dr. Nursel Şahîn ve hate xwend. Nursel Şahîn, da zanîn ku hikûmetê li Tirkiyeyê ji civak û xebatkarên tenduristiyê re ji bilî xizaniyê sozek din nade û diyar kir ku "bernameyeke nû ya xizanîkirinê" tê meşandin. Nursel Şahîn wiha got: "Hevpîşeyên me yên ku ewlekariya wan a kar tune ye, di hawirdorên kar ên ne ewle de her kêlî rastî tundiyê tên û bi salane tên xizanîkirin xizan in, bi qeyrana aborî ya tê jiyîn re nikarin pêdiviyên xwe yên mirovî yên bingehîn pêkbînin.”

Bar zêdetir girantir bû

Nursel Şahîn, bal kişand ku zêdebûna mûçeyê ya li ser hejmarên enflasyonên ku ji rastiyê dûr tên hesapkirin bên kirin, dê civakê hîn zêdetir feqîr bike û wiha axivî:

“Zêdekirina bacê ya zêde ya ku beriya ev zêdebûna mûçeyên li meclîsê were nîqaşkirin, ji aliyê hikûmetê ve hat ragihanadin, nîşan dide ku hemû barê qeyranê dikeve ser milê kedkaran. Hikûmeta heyî li şûna ku daxwaza me ya 'yekane mûçeya di malnişîn de diyar bibe' bi cih bîne, di pergala mûçeya zêde ku barekî pir zêde ji bijîjkan re tîne û kedxwariya kedê kûrtir dike de îsrar dike. Başkirina bisînordar a ku di vê pêvajoyê de girêdayî şertê hat kirin, bi qeyrana aboriyê re wateya xwe windakiriye. Ev hemû geşedanan, bandorek neyînî li ser tenduristiya civakê kiriye, demên muayeneyê daketin 3 deqeyan û civak hat rewşa nikare bigihêje xizmetek tenduristiyê ya bi kalîte.”

'Em ê pêvajoya çalakiyê bidin destpêkirin'

Nursel Şahîn, diyar kir gel di warê gihandina tenduristiyê de jî dê bikeve pêvajoyek hîn zehmetir û da zanîn ku dê ‘Bernameya Nû ya Xizanîkirinê’ qebûl nekin. Nursel Şahîn, wiha got: “Em bi raya giştî re parve dikin ku bi hemû pêkhateyên civakê, rêxistinên kedkar û pîşeyî re ji bo berdêla keda xwe bi dest bixin pêvajoyeke nû ya çalakiyan li pêş me ye û em wek Yekîtiya Tabîbên Tirk dê dudilî nebîn ku ji bo bidestxistina tiştên mafê me,vê pêvajoya çalakiyê dibin destpêkirin."