Tora Noi Rete Donne piştgirî da Meclîsa Jinan ya Sûriye
Tora herî berfireh ya jinan Noi Rete Donne ya Îtalya ragihand ku ew piştgirî didin deklarasyona derbarê rola jinan di pêşeroja Sûriye de ku ji aliyê Meclisa Jinan ya Sûriye ve hatî eşker kirin. Noi Rete Donne got: “Em li gel jinên Sûriye ne.”
Navenda Nûçeyan – Tora herî berfireh ya jinan Noi Rete Donne ya Îtalya ragihand ku ew piştgirî didin deklarasyona 13 xalan ya derbarê rola jinan di pêşeroja Sûriye de ku ji Meclisa Jinan ya Sûriye ve di 21’ê kanûnê de hat ragihandin.
Tora jinan ya Noi Rete Donne got: “Em bejdarî banga jinên Sûriye ya piştevanî û fikara pêşerojê îfade dike dibin.” Wiha got: “Em li gel jinên Sûriyene, demokrasiya ku ne wekhev, ew ne demokrasiye.” Di malpera xwe de cih da deklarasyona Meclîsa Jinan ya Sûriye.