TJK-E ji bo tevlîbûna çalakiyê bang kir

Bi boneya 3’ê Tebaxê salvegera Qirkirina Êzidiyan wê li gelek welatên Ewropayê çalakî bên lidarxistin. TJK-E'yê bang li her kesî kir ku tevlî van çalakiyan bibin.

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya salvegera Komkujiya Êzidiyan a 3’ê Tebaxê bang li hemû gelên cîhanê kir ku ji bo gelê Êzidî li qadan bin. 

'Ji bo pêşerojeke ewle em têbikoşin'

“Bi nêzîkbûna roja 3’ê Tebaxê em ê rêxistinên jinan ên li Ewropayê careke din dakevin qadan û salvegera qirkirina li ser gelê Êzidî ku di sala 2014’an de bi dagirkirina Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dest pê kir, şermezar bikin. Em vê serdemê ku berdewamiya polîtîkayên çewisandin, destavêtin, kolekirin û nasnekirina Êzidiyan e, şermezar dikin."

“Bi hezaran jin û zarokên ciwan ên Êzidî hatin revandin, li bazarên koleyan hatin firotin û rastî îstîsmara zayendî hatin. Ji 3548 jinên dîl hatine girtin heta niha tenê 1207 kes hatine rizgarkirin. Nayê zanîn ku jinên hatine windakirin hînê sax in yan na, hêvî û têkoşîna malbatên wan a ji bo dîtina wan qet nemaye.

“Em daxwaza naskirina qirkirina ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk hatiye û ji bo berpirsyariya sûcên li dijî civaka Êzidî hatine kirin dadgeheke navneteweyî bê avakirin dikin. Girîngiyeke mezin e ku DAIŞ û milîsên îslamî yên ku ji komkujî û tepeserkirina civaka Êzidî berpirsyar in, ji kampên (Hole) vekişin û rûbirûyê encamên kiryarên xwe li welatê xwe ê li Ewropayê dîtin girîngiyek mezin dide avakirin.

Ji bo pêşî li êş û wêrankirinên zêdetir bê girtin divê êrîşên hewayî yên li ser Şengalê bên rawestandin

Em bi hev re ji bo edalet, wekhevî û azadiya hemû gelên bindest bi taybet civaka Êzidî têdikoşin.

Bi vê wesîleyê em bang li gelê xwe di serî de jin û dostên xwe dikin ku di çalakiyên ku bi pêşengiya rêxistinên me yên jinan di 3’ê Tebaxê de li seranserê Ewropayê li dar bixin, dengê xwe bilind bikin.

Werin em li Şengal û çar parçeyên Kurdistanê ji bo pêşerojeke ewle xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.”

Cihên ku dê çalakî bên kirin wiha ne:

ALMANYA

Darmstadt:

03.08.23

Dem: 18.00

Cih: luisenplatz

Saarbrucken

03.08.23

Dem: 18.00

Cih: Galeriya Platz

Frankfurt

3.08.2023

Saet 18.00

Navnîşan: NI una Menos Platz/Liebfrauenberg

Hamburg

Dem: 18.00

Cih: Mercedo Altona

Bremen

Saet: 19.00

Cih: Marktplatz

Stuttgart

18:00, Cih:

Schlossplatz/Meydana Kobanê

Dortmund

Dem: 18.00

Cih: Kampstrasse 46

Oldenburg

Saet: 17.00

Cih: Bahnhofsplatz

SWÎSRE

Lucerne

3ê Tebaxê,

Cih: Vögeligärtli

dem: 19:00

Zurich

3ê Tebaxê

saet: 18.00

Cih: Helvetiaplatz

aarau

3 Tebaxê saet 18.30

Cih: Aarau Bahnhof

Bern

3'ê Tebaxê saet di 18:00 de

Cih: Li Bernê li ber parlamentoya Federal

BELÇÎKA

Liege

Saet: 16.30

Cih: Gare Gulimmnes

ENGLAND

London

Dem: 3 PM

Cih: 10 Downing ST, London SW 1A 2AA

SWÊD

Stockholm

Saet: 17.30

Cih: Sergelstorg