Nehiştin malbata Şenyaşar bikeve avahiya wezaretê

Emîne Şenyaşar û parlamenterê Rihayê yê Partiya Çepa Kesk Ferît Şenyaşar nobeta xwe ya edaletê li Enqereyê didomandin lê wan negirtin avahiya Wezareta Edaletê.

Riha- Li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de ji aliyê xizm û parazvanên parlamenterên AKP'î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û parlamenterê Rihayê yê Partiya Çepa Kesk Ferît Şenyaşar ê ji vê êrîşê bi birîndarî xilas bûbû, li Rihayê  dest bi nobeta edaletê kiribûn, çend roj in jî nobeta xwe ya edaletê li Enqereyê berdewam dikin.

Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar ku ji Rihayê berê xwe dan Enqereyê di roja 8’an de berdewam dike. Îro careke din malbatê xwest ji ber deriyê meclisê yê Dîkmenê ber bi Wezareta Edaletê ve bimeşe lê gav bi gav ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Malbat Şenyaşar astengiya polîsan derbas kir heta ber deriyê Wezareta Edaletê meşiya. Wezîrê Edaletê ku daxwaza hevdîtina malbata Şenyaşar red kir, vê carê destûr neda malbat bikeve avahiya wezaretê. Li ser vê yekê malbata Şenyaşar ku hatiye meclisê bendewariya xwe berdewam dike.

Malbata Şenyaşar duh bi serokê Baroya Enqereyê Mustafa Koroglu, seroka giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD (MYK) Nuray Çevîrmen re hevdîtin pêk anîbûn.