TJK-E: Dawî li dorpêça li ser Mexmûrê bînin

TJK-E diyar kir ku astengkirina gelê li wargeha Mexmûrê nayê qebûlkirin û got: "Em bang dikin ku dawî li polîtîkayên dorpêç û tecrîdê yê li ser Wargeha Mexmûrê bînin."

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li dijî dorpêçkirina kampa Mexmûrê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de bertek nîşanî dorpêçê hat dayîn û hat diyarkirin ku hikûmeta AKP'ê û hêzên hegemonîk ên li herêmê ji bo qeyrana xwe ya sîstemê û hêza xwe ya li herêmê winda nekin li dijî gelê Kurd êrîş pêk anîne.

'Êrîş nayên qebûlkirin'

TJK-E di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:

“Ev êrîşên li ser gelê Mexmûrê yê di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de ku di encama polîtîkayên dewleta Tirk ên salên 90’î de ji bo valakirina gundan, îşkence, zext û zordariya li ser gelê Kurd û valakirina herêmê neçarî koçberiyê kirin, nayên qebûlkirin. Bi vê boneyê em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku demildest dawî li polîtîkayên dorpêçkirin û tecrîda li ser Wargeha Mexmûrê bîne, li dijî êrişÊn dewleta Tirk berpirsiyariya xwe pêk bîne û dawî li ambargoyê pêk bîne.

Beşek ji sûcên şer

Em dizanin ku ev polîtîkayên êrîş û îmhayê parçeyek ji sûcên şer ên ji sala 2022’an û vir ve li dijî Tevgera Azadiya Kurd tên kirin û ji qetlîamên Sedam ên li ser Kurdan cudatir nîn e. Welatiyên li Wargeha Mexmûrê dijîn bi salan e rastî polîtîkayên cudabûnê yên li herêmê tên û li gel gelek bang li Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê kirin ku rewşa wan bê sererastkirin lê tu muxatabek ji bo diyalogê derneketiye holê.

Gel dev ji axa xwe bernade

Gelê Kurd li ku dibe bila bibe, bi salan serî li ber polîtîkayên we yên desthilatdariyê natewîne û têkoşîna xwe geş kiriye û hesabên we yên qirêj pûç kiriye. Dayikên me îro dîroka ku serdestan dixwest binivîsînin guherandin û careke din qîriyan ku ew ê destûrê nedin şerê li Kurdistanê û dest ji axa xwe bernadin.

Her çend gelê Mexmûrê bi xweparastin û hêza xwe ya cewherî êrîşan pûç kir û ev lîstika qirêj eşkere kir jî erka sereke ya me ya tevgerên jinên Kurdistanê, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî, komele ew e ku gelê welatparêz ê li Mexmûrê biparêzin.

Divê dawî li vê polîtîkayê bê anîn

Di vî warî de em careke din radigihînin ku divê PDK û hikûmeta Iraqê hemû desteka xwe ya ji bo Tirkiyeyê bi dawîanîna pêkanînên faşîst, polîtîkayên parçekirin û desthilatdariyê yên li herêmê bi dawî bike û NY jî berpirsyariya xwe ya li ser wargehê bi cih bîne û rola xwe ya sereke bilîze.”