TJA yê bang li jinên cîhanê kir: Doza Ayşe Gokkan di 23 yê Hezîranê de ne
TJA yê ji bo doza Ayşe Gokkan a ku dê di 23 yê Hezîranê de bê dîtin banga piştevaniyê li jinan kir.
Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA) yê ji bo Berdevka xwe ya Demî Ayşe Gokkan girtiye di 23 yê Hezîranê de dê runiştina doza wê bê dîtin banga xwedîderketinê kir. TJA yê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku Ayşe Gokkan 35 salin bê navber ji bo jinan têkoşîn dide, di vê pêvajoyê de 8 caran bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye darezandin, di derbarê wê de 200 doz hatine vekirin û bi dehan caran hatiye binçav kirin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin ziman: “Runiştina doza Ayşe ya parastina xwe bi Kurdî kirî taloqî 23 yê Hezîrana 2021’an hatiye kirin. Banga me ji bo hemû jinên cîhanê eve; em bi hev re di 23 yê Hezîrana 2021’an de ji bo Ayşe bêjin azadî û bêjin doza jinan nayê darezandin.”