TJA'yê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan xwest

TJA'yê bi wesîleya 25'emîn salvegera girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi Komploya Navneteweyî re bi daxuyaniyeke, daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan xwest.

Navenda Nûçeyan – Di 15’ê Sibatê de bi Komploya Navdewletî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan birin Tirkiyeyê. Tevgera Jinên Azad (TJA) ku dixwaze tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin bi dawî bibe û azadiya wî ya fizîkî bê pêkanîn, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Meşa Gemlîkê ya ku ji bo salvegera komployê hatibû plankirin, ji ber du erdhejên navênda wan Mereş bû hatiye betalkirin û wiha hat gotin:

“Em jin jî ji bo pêçandina birînên gelê xwe sefer bûn û li hemû qadên ku cih digrin ketin nava tevgerê. Me careke din di erdhejê de dît ku wek Rêberê Gelê Kurd Ocalan di têkoşîna azadiya jinên Kurd de kedek wî ya mezin heye gelek caran dibêje, dewlet û pergala desthilatdariya mêr di navenda krîzên civakî de ne. Me dît ku hemû mekanîzmayên dewletê li şûna ku bersivê bidin pêdiviyên civakê, ji bo parastina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê seferber bûne. Her çiqas erdhej karesateke xwezayî be jî ev asta wêranbûnê ne xwezayî ye.”

‘Bi tecrîdê re civak bê bêhn tê hiştin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber rastiya şer, dewlet di bin kavil û xirbeyan de maye û bal hat kişandin ku hemû derfetên dewlet û civakê ji bo balafirên şer, bombebaran, çek, gule û hêzên mîlîtarîst ên çete hatine bikaranîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku pereyê zêde yê ku bi hinceta şer kontrola wan dihat astengkirin, ji aliyê sermaye û desthilatdariyê ve hatin parvekirin. Ligel ku berdêla ji bo şer li holê ye, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digot ‘Destûrê bidin, ez di nava hefteyekê de şer bi dawî bikim’ û bi ser de Ocalan di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ev tişt bûne sedem ku dewlet di bin kavilan de maye. Bi tecrîda ku navenda wê li Îmraliyê ye li hemû civakê belav bûye, tê xwestin ku civak bê bêhn were hiştin.

‘Felsefeya wî bersiva xwe dibîne’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di desthilatdariya AKP-MHP'ê de bi hêza ku ji piştgiriya navneteweyî distîne, tecrîd veguheriye rejîmê û hewl dide civakê ji her alî ve bixe bin zextê” wiha didome:

“Berxwedana herî mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li dijî pergala îşkenceyê, avakirina hêvî û baweriyê ye ku bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan diyar dike ji bo mirovahiyê cîhanek din pêkan e. Abdullah Ocalan bi civakê re têkiliyeke xurt ava kiriye û bi îzolasyona li ser wî re, tê xwestin ku bi hebûn û fikrên xwe bandorê li civakê neke. Lê ligel van tiştan jî felsefeya civakî ya Abdullah Ocalan, civaka Kurdan di serî de, bersivê ji xwe re dibîne. Bi hevgirtina ji bo erdhejê de ku civak li benda dewletê nesekinî, di şoreşa jinan a Rojava de û dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ de ya ku ji Rojhilat li temamî cîhanê belav bû, xwe dide der.”

'Em ji tenduristiya wî bi fikar in'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ji tenduristiya Abdullah Ocalan bi fikar in û wiha hat gotin, "Bi kûrbûna polîtîkayên tecrîdê re, hemû pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî û ekolojîk ên li Tirkiyeyê diqewimîn dê mehkûmî bêçareseriyê tê kirin. Weke Tevgera Jinên Azad, em ji tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in. Divê bi lezgînî tecrîda girankirî ya li dijî mirovahiyê bi dawî bibe û parêzerên Ocalan di zûtirîn demê de bi Ocalan re têkiliyê deynin. Em careke din komploya navneteweyî ya ku di sala 25’an de ye şermezar dikin. Ji bo vê jî divê li her qadê têkoşîn were geşkirin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo serkeftina vê sedsalê ya gelan, jin û ciwanan azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan şert e, hat diyarkirin ku ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî, ji dêvla Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de be divê azadiya wî were mîsogerkirin û banga têkoşînê hat kirin.