Gelê Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daketin qadan

Gelê ku ji bo Meşa Azadiyê li gelek nuqteyan hatin cem hev daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Navenda Nûçeyan - Bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran de tê ragirtin û ji bo azadiya fîzîkî li gelek bajaran "Meşa Azadiyê" hat destpêkirin.

Girseya ku li Amedê di pêşengiya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (HEDEP) de ji bo meşekê hatin cem hev, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û gelek kes hatin binçavkirin. Parlamenterên HEDEP'ê derketin kolana sereke û bi çalakiya rûniştinê rê li trafîkê girtin. Parlamentera HEDEP'ê ya Amedê Halîde Turkoglû axivî û got:"Eger îro em nikarin mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin, ev rewşa li vî welatî tam encama pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ye. Bêhiqûqiya herî mezin li vir derdikeve holê. Eger hûn vê bêhiqûqiyê bidomînin wê çalakiya me bidome.”

 Parlamenter jî ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Welatiyên derdorê jî piştgirî dan parlementeran.

Girseya gel bi kesên ji bajarên derdorê re li hev civiya

Kesên ku ji bo Meşa Azadiyê ji Êlih, Sêrt û Rihayê bi otobus û wesayîtên ferdî piştî nîvro hatin Amedê û hatin ber avahiya partiyê. Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê HEDEP'ê Tuncer Bakirhan, Hevserokên DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir jî tevlî girseya gel bi stran û meş û govendê bûn. Girse ji ber avahiya HEDEP'ê heta Parka Koşuyolu meşiyan. Girseya ku gihîşt parke hîn jî bendê ne.

Ciwan bi sloganan meşiyan

Her wiha dema ku girseya gel li Parka Koşuyoluyê li bendê bû, li navçeya Rezan ya navendî meş pêk hat. Koma ku piranî ji ciwanan pêk dihat bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Îmraliyê", "PKK gel e gel li vir e" ji Kolana Emek heta Kolana Sakarya meşiyan. Komek ciwan li Taxa Kaynartepeyê daketin qadan û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" meşiyan.

Li Wanê mudaxaleya polîsan kir

Kesên ku xwestin li Wanê bimeşin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Şaxa "Meşa Azadiyê" ya Wanê li Kolana Sanat a navçeya Rêya Armûşê hatin cem hev. Qad û cadeyên ku civîn lê pêk hat ji aliyê polîsan ve bi temamî hat girtin û destûr nehat dayîn ku kes bikevin hundir. Parlamenterên HEDEP'ê û gelek kesan bi TOMA'yan û polîsan ve hatin astengkirin û destûr nehat dayîn ku daxuyaniya çapemeniyê bidin. Li ser vê yekê girseya gel li Kolana Mizgefta Ulu kom bû, beşeke din jî ji bo derbaskirina astengiya polîsan meşiyan.

Hatin binçavkirin

Polîsan êrîşî girseyê kir. Di nav de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Avci, Hevserokê bajêr a HEDEP'ê Gonûl Uzunay, Veysî Dîlekçî, Hevseroka Meya-Derê Hanim Kaya, Hevserokên  DBP'yî yên Bajarê Wanê Şengul Polat û Harûn Okay, Hevserokên Bajarê Mezin ê Wanê yên DBP'yî Şengul Polat û Harun Okay, Hevserokên UHAY-DER Edîbe Babur û Çetîn Uyar gelek kes hatin binçavkirin. Parlamenterên HEDEP'ê bi çalakiya rûniştinê ya li kolanan êrîş û binçavkirinan protesto kirin.

Şaxa Edeneyê û Dîlokê li Mêrsînê bûn yek

Welatiyên ku ji Edene û Dîlokê ji bo "Meşa Azadiyê" bi rê ketin, li Mêrsînê hatin cem hev. Tevî hemû astengiyên polîsan jî girse ber bi Parka Zarokan a Ozgurê ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê ve meşiya. Girseyê gelek caran bê navber dirûşmêyên "Zext nikare me asteng bike" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Kesên ku ji Edene, Dîlok, Hatay û Osmaniyeyê bi rê ketin dê li Parka Ozgur Çocukê bên cem hev û wek Şaxa Çukurovayê ber bi Gemlîkê ve bimeşin.

Ji Mexmûrê silav

Bi hezaran kesên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya Herêma Kurdistana Federe dijîn jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê protesto kirin. Gel li ber Saziya Malbatên Şehîdan li hev civiyan û heta Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan.

Di daxuyaniya li vir de tecrîda li ser Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Em meşa ber bi Gemlîkê bê lidarxistin silav dikin. Divê Kurd li dijî siyaseta qirêj a li ser Rêber Apo tê pêşxistin derkeve . Serkeftin dê teqez ya me be."