TJA ji bo girtiyên jin konferansa bi navê “Zincîra Bêdengiyê” li dar dixe
TJA, wê li Amedê konferansek bi sernavê "Zincîra Bêdengiyê: Hilweşîna Dîwarên li dora Girtiyên Siyasî yên Jin" a ku gelek kes ji neteweyî û navneteweyî tevli bibin, li dar bixe.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/01/20240112-20240112-823x463cc-tevgera-jinen-azad-tja-logo-manset2-jpgcd8877-image-jpgfc7b5f-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Azad (TJA) dê di navbera rojên 13-14’ê Çileya 2024’an de li Amedê di bin sernavê "Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li dora Girtiyên Siyasî yên Jin" de konferansek navneteweyî li dar bixe.
Konferansa ku dê li Otela Demîr a navçeya Sûrê bê lidarxistin, tê plankirin bi axaftina endama Parlamentoya Ewropayê, parlamentera serdema berê Martîna Anderson dest pê bike. Di roja ewil a konferansê de dê bi sernavên “Nêrîneke li girtîgehên Tirkiyeyê yên di roja me de”, “Tecrube û têkoşîna girtiyên jin ên siyasî” û “Di darizandin û girtinên siyasî de hiqûqa neteweyî û navneteweyî” panel bên lidarxistin.
Ji Filîpîn, Filistîn, Kolombiya û herêma Baskê ya Spanyayê dê panelîst tevli bibin
Di roja duyemîn a konferansê de jî li Tirkiye û herêmên cuda yên cîhanê binpêkirinên li dijî girtiyên jin ên siyasî dê bên nîqaşkirin. Bi konferansê armanc ew e ku tecrube, têkoşîn û berxwedana jinên girtî di qada neteweyî û navneteweyî de bên parvekirin û stratejî û rêbazên di qadên medya, huner, hiqûq û hwd. de bên nirxandin. Wê panelîstên ji Filîpîn, Filistîn, Kolombiya, Herêma Baskê ya Spanyayê, Katalonya, Îran û Başûrê Kurdistanê tevli bibin.