TJA: Em roja hemû dayikên li pey heqîqet û edaletê ked dane pîroz dikin

TJA’yê bi daxuyaniyekê Roja Dayikan pîroz kir û got: “. Roja dayikên li pey heqîqet û edaletê têdikoşin pîroz dikin.”

Navenda Nûçeyan - Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya Roja Dayikan daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser têkoşîna dayikan û roja Dayikên Plaza de Mayoyê heta Dayikên Şemîyê û hemû dayikên ku ev 40 sal in têdikoşin pîroz kirin. Dayika Emîne Şenyaşar, dayikên Roboskiyê, Taybet Înan û dayikên zarokên wan di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û wiha dom kir: “Dayikên Aştiyê  têkoşîna xwe mezin kirine û qadên nû ji bo têkoşîna azadiya jinan vekirine. Em roja dayikan a Dayikên Aştiyê jî pîroz dikin û têkoşîna wan hembêz dikin. Ew dayikên ku tevî hemû êrîşan ji bo bidawîbûna grevên birçîbûnê bi hemû sazîyan re hevdîtin û gotûbêj kirin û bi laçikên xwe yên spî bûn sembol, em roja wan dayikan pîroz dikin. Roja dayikên li pey heqîqet û edaletê bi keda xwe têdikoşin, êşa ewladên xwe ji mala xwe derdixin û dikin êşa me ya hevpar pîroz dikin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de dayikên ku li dijî tundiya  desthilatdaran, li dijî şer û feqîrîyê, li dijî êrîşên li ser ziman û bedena wan, li dijî asîmîlasyon û polîtîkayên şerê taybet her roj jîyan û hêvîyê ji nû ve hildiberînin, têkoşîneke şoreşgerane didin pîrozkirin û wiha dom kir: “Em spasîya wan hemû dayik û jinan dikin ku li hemberî huqûqa çêkirî ya civaka çîndar, li hemberî eqlîyeta mêrane ya serdest li ber xwe didin, têdikoşin, berdêlan didin û jinîtîya xwe ji nû ve ava dikin. Bi boneya roja dayikan em di serî de dayika Hatîce ku di rêya azadî, demokrasî û aştîyê de bû nemir û li Sêrtê agir berda canê xwe, dayika Taybet, dayika Hedîye û dayika Qedrîye Kuran bi rêzdarî û bi minet bi bîr tîtin û di şexsê wan de roja hemû dayikan pîroz dikin.”