TJA: Em ê pêşeroja xwe radestî faşîzmê nekin

TJA'yê bang li hemû jinan kir ku li dijî faşîzma di 14'ê Gulanê de bi ser neket di 28'ê Gulanê de rawestînin û azadiya civakî ji nû ve ava bikin û wiha got: “Em ê pêşeroja xwe û azadiya xwe radestî faşîzmê nekin.”

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî hilbijartinên tûra duyemîn a Serokomariyê yên di 28’ê Gulanê de pêk bên, bi sernavê “Dem dema paşvexistina faşîzma ye” daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku serhildana mêtingeriya herî kevn îro bi taybetî li Kurdistan û Tirkiyeyê li hemû cîhanê veguheriye şoreşeke azadiyê ya li dijî faşîzmê û wiha hat gotin: “Em wek jinên Kurd helbet hay jê hene ku mezinkirina têkoşîna xwe ya em li hemberî faşîzmê ji bo jiyana azad û cîhanek azad dimeşînin, hêza herî mezin e ku wê şert û mercên faşîzmê têk bibe ye. Li ser vê bingehê jî em ê li hemberî feraseta mêrê tekparêz, dijber û olperest ku em bi dirûşma 'Em ê bi jinan re bi hev re biguherînin' ketine rê bi îsrar mezinkirina têkoşînê, dabînkirina azadiya xwe bidomînin û em ê teqez rizgariya xwe bidest bixin!”

‘Hêza birêxistinkirî îradeya azadiya jinan e’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêza herî mezin a di 14'ê Gulanê de pergala "tekmêriyê" ku weke nûnerê herî mezin ê aqilê faşîst û desthilatdariya mêr a netewe-dewletî ya sedsalî dixwaze xwe bigihîjîne duyemîn sedsaliya komarê qels bûye, bi rêxistinî û îradeya azadî ya jinan ev yek pêk hatiye. Di daxuyaniya ku hat diyarkirin ku weke TJA, di wê baweriyê de ne ku ev hêza rêxistinkirî ya jinan, kevneşopiyên wan ên berxwedanê û cehda têkoşînê dê vê faşîzma ku dijminê jinan e careke din birûxîne û wiha hate gotin:

“Bi hişmendiya ku şandina vê desthilatiyê ku di halê desthilatiya şerî de ye, di serî de azadiya jinê di riya azadiya civakî de divêtî û berpirsyariyek heye. Bêyî ku li hember hîle, dek û dolaban bêzar bimînin, baweriya me di hêla xerakirina van hîle û lîstikan de heye ku em ê li mal, kolan, qad û di sindoqan de, di her qada jiyana civakî û di her kêliyê de biryardariya xwe nîşan bidin. Divê baş bê zanîn ku em jin bi baweriya xwe ya têkoşîna azadiya jinan, gelan, ciwanan, nasname û baweriyan em ê destûrê nedin ku ev pergala riziyayî û genîbûyî ya “tekmêrî” berdewam bike. Em ê hêviya xwe, siberoja xwe û azadiya xwe radestî zordarî û faşîzmê nekin.”

‘Werin em faşîzmê qels bikin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin û hêzên demokrasiyê di 14’ê Gulanê de desthilatdariya bloka faşîst a AKP-MHP-HUDAPAR'ê ku çavkaniya xwe ya îdeolojîk ji dijminatiya jinê digire û pergala “tekmêrbûyî” ya vê desthilatdariyê dane rawestandin, wiha hat gotin:

“Weke TJA’yê di serî de jinên Kurd, em hemû jinan, aktîvîst, rêxistinên femînîst, ciwan û hemû beşên civakê yên ku aştî, azadî û demokrasiyê dixwazin vedixwînin ji bo faşîzma ku me di 14’ê Gulanê de rawestand di 28’ê Gulanê de bi paş ve bixin û azadiya civakî ji nû ve ava bikin. Jin Jiyan Azadî!”