Li Îranê sê girtiyên siyasî hatin darvekirin

Di doza “Mala Esfehanê” de 3 girtiyên siyasî hatin darvekirin.

Navenda Nûçeyan – Medyayên xwecihî û dewletî yên Komara Îslamî ragihandin ku di mala Îsfehanê girtiyên siyasî hatin darve kirin.

Salih Mîrhaşimî, Mecîd Kazimî û Seîd Yakubî di xwepêşandana li Îsfehanê de mehkûmê cezayê darvekirinê hatin kirin, Îro di saetên zû yên sibehê de hatin darvekirin.

Di van rojên dawî de Esfahan jî di nav de li gelek bajaran gel banga rakirina cezayê darvekirinê kirin.

Hikûmeta Komara Îslamî jiyana gel paşguh dike, li gorî kiryarên xwe yên asayî muhalîfan mehkûmê cezayê darvekirinê dike û ji holê radike. Her wiha bi gulleyan bersiva daxwazên gel dide.